YNK: Derba mezin wê AKP bixwe!

YNK xwest ku di serî de hevserokên HDP’ê hemû wekîl serbest werin berdan û got AKP di têkoşîna demokrasiyê de wê derba xwe bixwe.

Bertekên li dijî dewleta çete ya Tirk û AKP’ê berdewam dikin. Piştî ku bi destê AKP’ê ya çete, dagirkerî li şaredariyan çêbû û wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin bertek berdewam dikin.

Têkildarî mijarê Polît Buroya YNK’ê daxuyanî da û wiha got:

‘’Ev polîtîka, ji têkoşîna demokrasiyê ya sedsalê wê derbeke xweş bixwe, ev teqez e. Girtina hevserokan û hevalên wan wê rê li ber geş û gurbûna agirê têkoşînê veke û bike ku desteka li têkoşîna azadiyê ya Kurd zêdetir bibe. Ev ê zext û zordariya navnetewî û raya giştî ya li ser AKP’ê bi xwe re bîne û têk bibe. Ev polîtîka tenê wê nîjatperestiya Tirk zêdetir bike û rê li ber zemîneke nû ya darbeyê veke.

Em wekî YNK’ê binçavkirina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtina Gulten Kişanak û hevalên wan şermezar dikin û dixwazin kêlî beriya kêliyekê serbest werin berdan. AKP bi bayê bezê divê were ser maseya çareserî û diyalogê.

Di demeke wiha de ku YE, DYA, demokratên sosyal, raya giştî ya demokratîk û hemû dinya ji bo têkbirina faşîzma DAIŞ’ê têdikoşe û li gel ewlekariya dinyayê û Rojhilata Navîn hewl tê dayin were pêkanîn, divê li dijî siyaseta AKP’ê ya ku li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan pêk tînin bibin xwedan helwest. Ji bo vê jî divê were zanîn, polîtîkaya qirkirinê ya AKP’ê ku îro li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, xizmetê ji armancên DAIŞ’ê û dijminê demokrasiyê re dike.’’