Gel ber bi edliyeyê ve diherike
Gelê Amedê ber bi Edliyeya Amedê ve diherike.
Gelê Amedê ber bi Edliyeya Amedê ve diherike.
Amedî li ber Edliyeya Amedê ya ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter Sirri Surreyya Onder û Gulser Yildirim tên ragirtin, kom dibin.
Mezinahiya girseyê ya ku ji bo protestokirina êrîşên li ser îradeya xwe kom dibe her ku diçe zêde dibe, di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk Sebahat Tûncel, wekîlên HDP’ê, hevşaredar û rêveberên partiyên siyasî de rawestandina xwe didomînin.
Edliye û şaredarî ji hêla bi sedan polîs û gelek wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Tevahî cade û kolanên ku diçin edliyeyê li trafîkê hatin girtin.