Polîsan êrîşî parêzerên hatin edliyeyê kirin
Parêzerên ji bo kar û barên hevserokên giştî û parlamenterên HDP'ê yên binçavkirî hatin Edliyeya Amedê, bûn hedefa terora lêdanê ya polîsên Tirk.
Parêzerên ji bo kar û barên hevserokên giştî û parlamenterên HDP'ê yên binçavkirî hatin Edliyeya Amedê, bûn hedefa terora lêdanê ya polîsên Tirk.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter Ziya Pîr, Gulser Yildirim û Sirri Sureyya Onder hê jî li Edliyeya Amedê ne.
Ji bo kar û barên HDP'yiyan ên li dozgerî û dadgeriyê bişopînin parêzer hatin edliyeyê. Lê belê polîsan êrîşî wan kirin.
Polîsan bi kulm û pihînan li parêzeran xistin. Parêzeran nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa parêzeran dan. Aloziya li vir mezin dibe.
Li edliyeyê tedbîrên awarte hatine girtin û li her qadê avahiyê bi dehan polîs hatine bicihkirin.