Şengal a di bin siya Mûsilê de
Şengal bi operasyona Mûsil û Telaferê re careke din kete rojevê. Zêdeyî saleke hatiye rizgarkirin, lê gel hê nikare bi cih bibe. Li bicihbûna şêniyên herêmê re bê vekirin jî, êdî dewleta Tirk gefê lê dixwe.
Şengal bi operasyona Mûsil û Telaferê re careke din kete rojevê. Zêdeyî saleke hatiye rizgarkirin, lê gel hê nikare bi cih bibe. Li bicihbûna şêniyên herêmê re bê vekirin jî, êdî dewleta Tirk gefê lê dixwe.
Şengal bi operasyona Mûsil û Telaferê re careke din kete rojevê. Zêdeyî saleke hatiye rizgarkirin, lê gel hê nikare bi cih bibe. Li bicihbûna şêniyên herêmê re bê vekirin jî, êdî dewleta Tirk gefê lê dixwe.
Ji dema rûdana komkujiyê û vir ve, çiyayê Şengalê neterikandin, di serma û seqemê, berf û baranê de, hewl dan xwe li vê derê bijîn. Nifûsek ji 4 hezar malbatî; bi qasî 15 hezar kes, ji bajarokê Sinûnê heta girê Çil Mêran li qadeke ji dirêjahiya 30 kîlometreyî belav bûne. Gel vê herêma lê bi cih bûye, weke Serdeşt bi nav dike. Ji geliyê Kersê heta girê Çil Mêran bi hezaran kon hatine vedan. 4 kampên mezin ên bi navê Saîd, Xidir Tehlo, Til Izêr 1 û 2 û Zendîna hene. Êzidiyên li van kampan û li binê van konan dijîn, zivistna sêyemîn e li çiyayê Şengalê derbas dikin.
Jin a ciwan Xalîde dide zanîn, ku di sala destpêkê de ji serma û nêza zarokan jiyana xwe ji dest dane û dibêje, "Naylonekî em xwe li binî bistirên, pêlav, kinc û êzing tinebûn. Hin mirov hebûn ku di zivistanê de agir jî bi destê wan nediket. Ez bi xwe zanim, sê zarok qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Niha konên me hene, kêm jî be êzingên me hene. Av ji me re tê anîn, xwarin ji me re tê anîn."
ŞENGAL AZAD E, LÊ VALA YE
Di ser rizgarkirina Şengalê re salek bihurî. Lê belê hê jî gel li Şengalê bi cih nebûye. Sedema vê eykê jî hostayê qaliban Îdo Xidir vedibêje: "Gel ditirse. Ji ber ku hê jî li gelek gundên Şengalê DAIŞ heye. Gel dibêje, eger DAIŞ ji van gundan êrîş bike, hêzên PDK'ê dîsa herêmê biterikîne wê fermaneke din li ser me rabe. Lewma ditirse, naçe. Gel ji sermayê razî ye, lê fermaneke din re ne razî ye. Ji ber ku bi serê me ve hat..."
AMBARGO DEWAM DIKE
Ambargoya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê dewam dike. Tevî ku zivistan nêz e, destûr nayê dayîn ku derman, xurek, madeyên paqijiyê, mazot, benzîn, rûn û gaz bigihên Şengalê. Mûsil a li bakur, Telafer a li bakurrojhilat û Baaj a li bakurrojavayê Şengalê di destê DAIŞ'ê de ne. Lewma ji van cihan tiştek ji Şengalê re nayên. Bi tenê aliyek dimîne ku Şengal karibe hilmê jê bistîne. Ew jî çiyayên Şengalê ye. Ji vê derê mirov dikarin biçin heta cihekî. Lê belê Sinûnê ji aliyê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve weke navendeke bazirganiyê tê bikaranîn. Li Sinûnê gel nikare pêdiviyên xwe tedarik bike, ji ber ku buhayê her tiştî gelekî zêde ye. Êzidî ji ber ambargoyê bi hêrs in û vê yekê weke hewldanek ji xalîkirina Şengalê ji mirovan, dibînin.
Mohra Neteweyên Yekbûyî ya li ser konan bêwate ye. Bi tenê ev wate heye; Nîşan dide ku piraniya gel konên xwe ji cihên weke Zaxo, Duhok, Hewlêrê kirî ne.
Êzidî ji bo ambargoyê bişikînin, bi hewldanên xwe hewl didin jiyana xwe bidomînin. Gelek malbat li geliyê Kersê tûtinê diçînin. Her malbat ji bo goşt, şîr û mast, çend heywanan xwedî dikin.
Di mehên havînê de TEVDA û Meclîsa Avaker a Şengalê bostanan diçînin û bi vî rengî hewl didin ji pêdiviyên zebze yên gel re bibin bersiv. Gelek mirovan jî li binê naylonan dest bi çandiniyê kirine.
Li kampan gelek dikan hene. Li van cihan zêde tiştek nîne. Dikandar bi giranî eşyayên zarokan difiroşin.
PIRSGIRÊKA NAN Û AVÊ
Yek ji mezintirîn pirsgirêkên gelê Şengalê, pirsgirêka nan e. Li çiyayê di bin kontrola YBŞ'ê de ye û li aliyê Xanesorê, du firin hatine vekirin. Ev firin nan li gel belav dikin. Lê belê nikare bi têrkerî nan bigihêjîne her cihî. Li cihê nanê firnê nagihêje, êdî li tenûran nan tê lêxistin.
Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên gelê Şengalê jî pirsgirêka avê ye. Li ser serê çiyê, kanî nîne. Saziya xizmetê du bîr kola ye û bi şeş tankeran bê pere avê digihîne malan. Li gundê Kolikê yê nêzî GeliYê Kersê û kaniya Pirexan a li nêzî herêma konan, bi heywanan av tê birin.
GUND, BAJAROK …
Gelek gundên Şengalê hê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin. Çend gundên ji rojhilat ber bi rojavayê Şengalê ve hatine paqijkirin. Hêzên pêşmerge li van gundan bi cih bûne. Li dora xwe xendek kolan e. Şev dora xwe ronî dikin û bi vî rengî hewl didin xwe ji DAIŞ'ê biparêzin.
Hêzên pêşmerge ji gundê Solakê dest pê dike û ber bi rojava ve li çar rêya Cidale, Til Izêr, gundên Werdiye, Zîrafke, Gabara dimînin.
Li kêleka Solakê, li Febrîqeya Çîmento, bajarok û gundên Til Qeseb, Til Benat, Siba Şêx Xidir, Tewra, Sekiniye, Heyale, Til Izêr, Gir Zerik, Rambusiyê, Girê Îsteba, Koço, Gurana, Ovenat, gundê Pîr Ezdîn, Kunrovî, Qapuse, Hatimiye, Ayn Fethî, Ayn El Xezal, Xelu, Hîseniyat Bakur, Mehdî, Hizel, El Xezne, El Munsa û Xirabajar hê DAIŞ heye.
Yek ji bajarokên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye Til Izêr e. Beriya dagirkeriyê nifûsa li vir 37 hezar bû. Yeka din jî Siba Şêx Xidir e, ku nifûsa xwe 29 hezar bû.
GERÎLA Û ŞERVANÊN YBŞ'Ê
Hêzên HPG û YBŞ'ê li navenda bajarê Şengalê û heta çiyayê Şengalê li gelek nuqteyan e. Tevî vê yekê li gundên Barê, Medîban, Xanesor, Zeko, Fao, Kerse, Sinûnê, Dîgura, Dahola, Gohbel, Zorava û Borikê tevî hêzên pêşmergeyan dimînin.
Çeperên Pêşmergeyan û hêzên HPG û YBŞ'ê li gelek cihan bi hev re ne. Kamp bi hev ve ne. Wekî din bendên kotnrolê jî gelekî nêzî hev in.
OPERASYONA MÛSILÊ Û ŞENGAL
Operasyona hat destpêkirin û bi pêş ve diçe, bi tenê bi Mûsilê ne bi sînor e. Operasyonek ku tevî Mûsilê ji bo Telafer û Baajê jî tê kirin. Mûsil li başûrê Şengalê ye. Li başûrrojhilat jî Telafer, li başûrrojava jî Baaj e. Operasyona artêşa Iraqê, hêzên milîs û pêşmergeyan ên ber bi van herêman ve, yekser bandorê li Şengalê jî dike. DAIŞ dema li van navendan asê dimînin, ber bi gundên Şengalê ve vedikişe, ji wir jî di ser Baajê re derbasî Bokemal ê ser bi bajarê Deyr Zor ê Sûriyeyê dibe. DAIŞ, ji bo barê li ser van navendan sivik bike, çend caran hewl da li gundên Şengalê êrîşî çeperên Pêşmerge, YBŞ û HPG'ê bike. Her êrîşa hat kirin, hat şikandin.