Salih Muslim: Em ê doza HDP’ê li her qadê bînin ziman
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku armanca darbeya dijî HDP’ê qirkirina vîna gelê Kurd e û got ku li her devera destê wan bigihêjê ew ê doza HDP’ê bînin ziman.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku armanca darbeya dijî HDP’ê qirkirina vîna gelê Kurd e û got ku li her devera destê wan bigihêjê ew ê doza HDP’ê bînin ziman.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî darbeya li dijî HDP’ê ji ajansa ANHA’yê re nirxand û wiha got; “Li her dera ku destê me bigihêjê em ê doza HDP’ê bînin ziman û xwedî lê derkevin.”
Salih Muslim diyar kir ku girtina hevserokên HDP’ê û parlementên wê parçeyek ji jenosida Kurdan e. Muslim got ku ev êrîşên topyekûn bi girtinên bêserûber ên welatparêzan, girtina dezgehên çapemeniyê, girtina nûnerên îradeya gelê Kurd û gelên demokrasîxwaz dest pê kir û wiha axivî: “AKP’ê di destpêka van êrîşan de gelê me di komkujiyan re derbas kirin û ew neçarî koçkirinê hiştin. Dîroka desthiladariya Tirkiyê tijî kirêtiyên wiha ye.”
Hevserokê PYD’ê di dewama axaftinên xwe de got ku divê gelê Kurd li her derê xwedî li doza HDP’ê û vê vînê derkeve û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em ê jî weke PYD’ê li her devera ku dest me bigihêjê, em ê doza HDP’ê bînin ziman û xwedî lê derkevin.”