'Jiyana me kirin xetereyê'
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê Meryem Akyurk û welatiyên bi navê Hadî Guler û Feyruz Nas ji ber ku Midûriyeta Polîsan a Sêrtê wêneyên wan weke 'sûcdaran' di malperan de belav kir, serî li dozgeriyê dan.
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê Meryem Akyurk û welatiyên bi navê Hadî Guler û Feyruz Nas ji ber ku Midûriyeta Polîsan a Sêrtê wêneyên wan weke 'sûcdaran' di malperan de belav kir, serî li dozgeriyê dan.
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê Meryem Akyurk û welatiyên bi navê Hadî Guler û Feyruz Nas ji ber ku Midûriyeta Polîsan a Sêrtê wêneyên wan di malperan de parve kiribûn wek "3 PKK'yî yên amadekariyên çalakiyê dikin" dabû nîşandin axivîn û gotin ku vana jiyana wan kirine xetereyê ji ber viya wan serî li dozgerê dane.
Midûriyeta Sêrtê wêneyê 2 jê jin 3 kesan di malperên tora civakî de parve kirin û di serî de Ajansa Nûçeyan a Dogan û rojnameyên weke Huriyet,Akît, Sabah û qenalên tv yên weke Haberturk jî bi sernavên weke "3 PKK'yî yên amadekariyên çalakiyê dikin" nûçeyên wan derbas kiribûn. Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê Meryem Akyurk û welatiyên binavê Hadî Guler û Feyruz Nas ji ber ku Muduryeta Polîsan ya Sêrtê wêneyên wan di malperan de parve kiribûn û gotibû yê ku van kesan bibînin emê zêde pere bidin û ajansên ku nûçeyan parve kirin de li Dadgeha Cumhuriyetê ya Şirnexê gilîyên wan kirin.Akyurk,Nas û Guler yê ku muduryeta polîsan ya Şirnexê îfade jî dan derbarê bûyera di serê wan de derbasbûye de axivîn.
Meryem Akyurk got ku ew ji bo nexweşxaneyê çûne Sêrtê lê muduryeta Sêrtê û çapemeniya AKP wan wek sûçdar daye nîşandin û wiha pêde çû: "Muduriyeta Sêrtê ser guman di binê wêneyê me "Yê ku cihê wan nîşa bike û ji bo sucên wan were ronî kirin bi polîsan re bibe alîkarî emê 300 hezar TL Û 4 milyon TL pere weke xelat bidin wan" nivîsandiye û me wek sûçdar daye nîşandin. Ji ber viya jiyana me di xeterê de ye.Muduryeta Sêrtê hên jî wêne yê me û ev nivîsandinê ji malpera xwe ranekiriye.Me derbarê Muduryeta Sêrtê û çapemeniya AKP'ê de serî li dozgeriya Şirnexê da."
'HAYA ME JI TIŞTEKÎ TINEBÛ, ME XWE DI NÛÇEYAN DE DÎT'
Hadî Guler yê ku di wêneyê Midûriyeta Sêrtê bi raya giştî re parvekiriye de heye jî balkişand yên serê wan de derbas bûye û wiha axivî: "Em 3 kes ji bo herin nexweşxaneyê ji Dêrgulê çûn Sêrtê.Em li Sêrtê bûn me di nûçeyan de wêneyên xwe yên ku di binî da digot '3 PKK'yî yên amadekariyên çalakiyê dikin' dinivîsand.Haya me ji tû tiştî tûnebû me xwe di nûçeyan de dît. Piştî kû me ev nûçeyan dît me bi lez û bez çû serî li dozgerîyê da. Midûriyeta Sêrtê û çapemeniya ku nûça me çêkir jiyana me kirin xeterê." Guler diyar kir ku çapemeniya nûça wan çêkiriye ji ehlaqa çapemeniyê dûrin û ji bo çapemeniya ku nûçeya wan çêkir û jiyana wan kirin xeterê de ev tiştan anî ziman: "Hênek çapemenî hene ji bo bo rastî bigînin gel jiyana xwe dikin xeterê hinek jî ji bo polîtîkayên qirêj jiyana gel dike xeterê. Me ji bo vana serî li dozgerê da."