Pîr Xelef: Yên daxwaza derketina PKK'ê dikin, dixwazin Êzidîtiyê tine bikin
Welatiyê Êzidî yê bi navê Pîr Xelef got, hedefa Tirkan ne gerîlayên HPG/YJA Starê ye, ew dixwazin civaka Êzidî tine bikin."
Welatiyê Êzidî yê bi navê Pîr Xelef got, hedefa Tirkan ne gerîlayên HPG/YJA Starê ye, ew dixwazin civaka Êzidî tine bikin."
Pîr Xelef di civîna awarte ya Şengalê de axivî û bibîr xist ku di 3'ê Tebaxê roja fermanê de kes bi hawara wan ve nehatine û got, "Lê gerîlayên HPG/YJA Starê hatin civaka me ya Êzidî ya li çiyayê Şengalê asê ma, rizgar kir. Eger gerîla nehatibûna, wê çeteyên DAIŞ'ê li geliyên çiyê bi sed hezaran mirov bikuştina û m tine bikira. Vê baş zanibin; di bin siya gerîla de herêm hate parastin."
Pîr Xelef axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Êziditî bi emel û rabûna ser xwe dibe Êzidatî. Tenê rojê du caran derketina hemberî rojê têra Êzidiyatê nake. Ji ber ku îro ji me hemûyan tên xwestin, em li çiyayê Şengalê li ber xwe bidin û vê derê biparêzin. Pêşmergeyan 10 sal heya roja 2'ê Tebaxa 2014’an digotin 'parastina Şengalê erkê me ye', tevî tank û topên xwe jî di roja fermanê de gel neparastin û reviyan."
Pîr Xelef ragihand ku plan û siyasetên derve naxwazin Êziditî bimîne, dixwazin tine bikin û got: "Îro gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê ji Zaxo bigire heya aliyê Rojhilatê Kurdistanê û her çar parçeyên din hene, şer dikin û li ber xwe didin. Hedefa Tirkan û hêzên din ne derxistina gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê ye. Hedefa wan qirkirin û tinekirina civaka Êzidî ye. Lewma bila civaka Êzidî baş zanibe. Eger hedefa wan gerîla ne, gerila li her cihî ne. Na ew ne rast e, tenê bihane ye. Îro dixwazin gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê derxin û navê Êziditî li cîhanê nehêlin."
Pîr Xelef axaftina xwe wiha domand: "Di dema Osmaniyan de 72 fermanî anîn ser civaka Êzidî û kesek nikare vê înkar bike. Ji derveyî Tirkan kesek din ev neanî serê me. Îro jî Tirk li ser navê hatina Til Efer û Beşîka dixwazin civaka Êzidî nehêlin."
Pîr Xelef axaftinê xwe wiha bi dawî kir: "Ez bang li civaka Êzidî dikim û rica dikim bila dev jî berjewendiyên xwe yên şexsî berdin, werin bibin yek deng û yek dest."