BI DÎMEN

Bab û Şehba diyarker in

Ji Meclîsa Babê Qedur Elo got, bajarê Babê ji bo pratîkbûna sîstema Federal a Demokratîk diyarker e û anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Şehbayê li dijî vê yekê ne.

Ji Meclîsa Babê Qedur Elo got, bajarê Babê ji bo pratîkbûna sîstema Federal a Demokratîk diyarker e û anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Şehbayê li dijî vê yekê ne.

Qedur Elo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya hefteyên dawî li herêma Şehbayê, ji ANF'ê re nirxand.

Qedur Elo destnîşan kir, bombekirina derdora Bab, Efrîn û Ezazê ji aliyê dewleta Tirk ve, li dijî siberoja Rojava û Sûriyeyê ye. Elo ev tespît kir:

"* Bab, ji bo bicihhatina sîstema Federal a Demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê û Rojava ava kirine û weke çareseriyek ji bo hemû gelên Sûriyeyê pêşkêş kirine, cihekî diyarker e. Haya dewleta Tirk ji vê heye.

* Bab mozaîka gelên herêmê ye. Gelên Tirkmen, Ermenî, Kurd, Ereb, bawerî û çandên cuda lê dijîn.

*Dewleta Tirk dixwaze bi demografiya herêmê bilîze û rewşek li dijî Kurdan bafirîne.

* Bajarê Babê li ser xeteke girîng a bazirganiyê ye ku ji Heleb, Minbic, Reqqa, Deyr Zor, Mûsil û heta Bexdayê, dewam dike.

* Di ser Ezaz û Cerablûsê re deriyê berê xwe li Tirkiye û cîhanê ye.

* Bajarê Babê yek ji herêmên girîng e ku hatineyên ji petrola Sûriyeyê lê dicive."

Elo da xuyakirin, ku ev bajarê stratejîk gelekî bala dewleta Tirk dikişîne û bibîr xist, ku piştî dagirkirina Ceablûs û Raî çav berdaye Babê.

'DAIŞ DI SER VÊ XETÊ RE PETROLÊ DIFIROŞE'

Endamê Rêveberiya Meclîsa Babê Qedur Elo got, "Bab ji bo çeteyên DAIŞ'ê meseleyeke man û nemanê ye" û ragihand, DAIŞ beşeke mezin a firotina petrolê li vê derê dike. Elo destnîşa kir, petrola di ser Babê re derbasî Iraq, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê tê kirin, ji van deveran pêşkêşî bazara cîhanê tê kirin.

'XEYALÊN OSMANÎ YÊN ERDOGAN, WÊ TENÊ WEKE XEYAL BIMÎNIN'

Qedûr Elo da zanîn, Hêzên Şoreşger ên Şehbayê bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û got, "Ji van êrîşan ti encam bi dest nexistin. Xeyalên dewleta nû ya Osmanî yên AKP/Erdogan ku li ser navenda Şehbayê dike, wê bi tenê weke xeyalan bimînin."

ZERARÊ DIDIN TIRKMENAN

Elo anî ziman, li cihên ji aliyê çeteya Sûltan Mûrat a MÎT'ê ve hatine dagirkirin, destavêtin, talan û dizî tê kirin û diyar kir, ev kiryarên li derveyî mirovahiyê bi taybetî li gundên Tirkmenan tên kirin. Qedur Elo destnîşan kir, ku Tirkmen jî di nava Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de cih digirin û besiva herî zelal didin dewleta Tirk. Elo ragihand, Tirkmen bi xurtî destekê didin sîstema Federal a Demokratîk û li qadên siyasî û leşkerî tên temsîlkirin.