Baluken anîn Edliyeya Çewlikê

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken anîn Edlileya Çewlikê.

Serokwekîlê Koma Partiya Demkokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken ê bi şev di operasyona li hemberî Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê pêk hat de hat binçavkirin bi fermana dozgeriyê anîn Edliyeya Çewlikê. 

Ji bo piştevaniya Baluken rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav ber bi sedan kes hatin ber edliyeyê. 
Li aliyê din derûdora edliyeyê û navenda bajar liv û tevgera polîsan heye. Li kolan û cadeyan TOMA hatine bicihkirin.