Ji Baglarê dengê dirûşma 'Kujer Erdogan' bilind dibe

Piştî êrîşa bombeyî ya li dijî Midûriyeta Şaxê TEM'ê ya li Amedê, gel li ber polîsan rabû. Girseya gel dirûşma "Kujer Erdogan" qîriya. Polîsên Tirk jî gule li gel reşandin.

Li navçeya Baglar a Amedê, piştî çalakiya bombeyî ya li dijî avahiya dibistana polîsan a berê ku midûriyeta polîsan û TEM'ê lê ne, welatiyên malên wan xera bûn, li ber polîsan rabûn.

Bi hezaran kesî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan ku avahiyên Midûriyeta Emniyetê li nêzî xaniyên welatiyên sivîl çêdike. Gireya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bêdegen nemîne, naxwe wê dor were te" li kolana Emekê cihê teqînê li hev civiyan.

Di vê demê de polîs û leşkerên tîmên taybet gule li gel reşandin.

Di dema êrîşê de bombeyên gazê jî hatin bikaranîn. Gel bi keviran bersivê dide êrîşa polîsan.

...