Tûncel: Êdi hikmê gotinê nîn e, dema berxwedanê ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel diyar kir ku binçavkirina wekîlên HDP’î tê wateya darbeyê û got; “Êdi hikmê gotinê nîn e, dema berxwedanê ye.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven li avahiya DBP’ê ya bajêr civîna çapemeniya li dar xistin.

Guven li dijî binçavkirinên duh êvarî nerazîbûn nîşan da û got; “Êdî wateya gotinê nemaye. Roj roja berxwedanê ye. Roj ew roj e ku divê kolan bi kolan em dengê xwe li faşîzmê bilind bikin.”

Tûncel destnîşankir ku binçavkirina HDP’iyan darbe ye û wiha pê de çû; “Piştî duh êvarî êdî zelal bûye ku bê darbekar kî ne.”

Tûncel got “Xwediyê esas ê vê darbeyê hikûmeta AKP’ê û Qesr e” û wiha axivî; “Azadiyan tine dihesibînin, demokrasiyê tine dikin.”

Tûncel bang li gelên Tirkiyeyê kir û ev gotin; “Roj roja daketina kolanan e. Divê her kes li dor HDP’ê kîlît bibe. Ma ne niha be wê kengî be! Roj roja berxwedanê ye. Roj ew roja xwedîderketina li pêşerojê ye. Li her qadê em li dijî darbeyê li ber xwe bidin. Bila ti kes nekeve nav xewn û xeyalan. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyan bernedin.”