Ok işaret bi zext û zora dewleta Tirk a ji bo ketina nava Mûsilê kir û anî ziman, dewleta Tirk, AKP bi zanebûn aloziyê îxracî herêmê dike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin, ku hedefa esasî ya Erdogan-dewleta Tirk Şengal e û got, "Di vê nuqteyê de xwedî biryar in, ku Şengalê dagir bike û artêşa xwe lê bi cih bike."
Ok ragihand, eger dewleta Tirk karibe li Şengalê bi cih bibe wê hingî karibe zextê li Telaferê bike û got, "Bêguman wê hesabê civaka me ya Êzidî, gelê Kurd, gerîla, civaka Ereb, Tirkmen, dewleta Iraqê, dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bike. Herhal ew ê ji artêşa Tirk re nebêje kerem bike were Şengalê. Yan jî ji wan re derî veneke. Dibe ku ev bibe sedema şerekî Rojhilata Navîn ê giştî. Heta şerekî navneteweyî yê cîhanê. Em ji vê re dibêjin şerê sêyemîn ê cîhanê."
Ok li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava/Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir, ku dewleta Tirk wê li vir negihêje armanca xwe.
Ok diyar kir, têkildarî pirsgirêkên li Sûriye, Iraq û gelemperiya Rojhilata Navîn, ji bilî Tevgera Azadiyê ya Kurd projeya ti hêzê ya ji bo çareseriyê nîne û got, "Çare neteweya demokratîk e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevlî bernameya "Rojeva Welat" ya Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim. Ok ev nirxandin kir:
QEBÛLNEKIRINA ÎRADEYA GELÊ KURD Û GELÊ AMEDÊ YE
Ev kesê bi qeyûmê ji Enqereyê şandin Amedê, bi çi mafî û bi kîjan hiqûqê ji jor de biçe şaredariya Amedê temsîl bike. Gelê Amedê bi îradeya xwe ya demokratîk Gultan Kişanak hilbijartine. Ev kesê hatiye tayînkirin bi xwe dengê gelê Amedê negirtiye. Memûrekî, burokratekî dewletê ye. Yanî bi îradeya gelê Amedê lîstin e. Ev wateya wê çi ye? Beriya her tiştî zilmek e, neheqiyek e. Îradeya gelê kurd û gelê Amedê qebûl nekirine. Eger saziyên kurd, îradeya gelê kurd ne li gorî dagirkerî, ne li gorî zihniyeta AKP’ê be, çiqas meşrû bin, mafdar bin ji aliyê dagirkeriyê ve nayên qebûl kirin. Mînakên wisa jî di cîhanê de heqeten tune.
DIVÊ QEYÛMÊ ŞAREDARIYA AMEDÊ CESARET NEKE KU KAR Û XEBATÊN ŞAREDARIYÊ BI RÊ VE BIBE
Divê gelê me di vê zanebûnê de be. Ev bêrêziyek pirr mezin e, asta bêrêziyê jî derbas dike zilmek, neheqiyek û heqaretek pirr mezin e. Pewîst bû gelê me hîn radîkal di asteke hîn bilind de xwedî helwest bûya. Ev kesê hatiye Amedê weke ji jor de hîç mafê wî tune ku şaredariyê îdare bike. Divê cesaret nekira bihata, lê hatiye vê carê bila cesaret neke ku vî karî bimeşîne. Li hatina xwe poşman bibe. Gelê me bi her şêwazî li ber xwe bide, xwedî helwest be û karê ku ev kes ew ê bike bixitimîne. Qeyûm bi giştî sedema bilindkirina têkoşînê, sedema xurtkirin û rêxistinkirina ruhê neteweyî ye. Sedema ku jiyanê weke têkoşînê bigire dest, bi her awayî li nirxê xwe û li îradeya xwe xwedî derkeve. Li hundirê Tirkiyê û Kurdistanê bertek hene. Ev baş in, lê kêm in. Heqeten mirov ne rehet be, kesekî ku heq nekiriye bi dengê te û îradeya te dilîze. Bi hukmê zorê dibêje ez ê te û bajarê te îdare bikim. Lê ev nayê qebûlkirin. Çawa? Minak yekî biyanî tu mafê wî tune were mala te û malbata te. Bavê te, diya te, bira û xwîşkên te bide aliyekî û bêje mala te û malbata te ez ê îdare bikim. Ma wisa dibe? Ev nayê qebûlkirin. AKP û dagirkerî tiştekî bêwate nake. Her axaftin û pratîkek wan wateyeke wê heye. Nîşaneya wê çi ye? Amedê bi giştî weke Kurdistanê mirov bide berçavan, di giştî Kurdistanê de hewl bidin ku îradeya gelê kurd tune bikin, tasfiye bikin. Hûn çiqas mafdar û meşrû bin jî dema hûn ne li gorî me bin, ji jor vê bi qeyûmê bi qeymeqam, polîs, leşker her çi be em ê we îdare bikin. Wateya wê ev e. Ji xwe ya tê meşandin jî ev e. Ne tenê hevşaredarên Amedê heta niha bi dehan hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û bajaran ên bajarok û bajarên cuda avêtine zindanê.
ERDOGAN Û AKP ENCAX BI VÊ ZILM Û ZORÊ DIKARE XWE LI SER PIYAN BIGIRE
Mirov dema derbeya Kenan Evren bide berçavan jê hîn bêexlaq, dijwartir, bêhiqûq û bi hukmê zorê dixwazin civaka gelê kurd biçewisînin. Li Kurdistanê bêdengiyekê bidin jiyîn. Tabî ev xeyal e, tu carî ew ê encam negire. Eger dewleta Tirkiyê û AKP’ê li çavên mirovahiyê û dinyê mêze dike û ewqas zordestiyê dike, mirov vê encamê jê derxe ew ê ne şaş be. Dêmek ewqas neçar maye. Bi vî şeklî encax dikare xwe biparêze. Encax bi vî şêwazî bikaribe têkoşîna gelê kurd asteng bike û li pêşiya wê bibe bend. Eger rê û rêbazên din hebûya AKP herhalde herî dawîn ew ê ev şêwaz bida pêşiya xwe. Lê îro eger dest bi vî şêwazî kiriye. Bi temamî bi hukmê zorê bi ser îrade û têkoşîna gelê kurd de diçe, dêmek neçar maye. Gelê kurd vê bizanibe û li hemberî van êrîşan ji dîroka xwe, ji rastî û heqîqata xwe hêzê bigire. Li Tirkiyê ji destpêka têkoşîna gelê kurd heta niha bi dehan serokomar, serokwezîr, serfermandarî hatin û çûn. Ew ê AKP’ê jî ne bê dawîn be.
ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA KURD Û MUXALÎF JI BER TIRSA KU DIJÎN E
Karakterê faşîzmê wisa ye. Esas tirs, kompleksa wan wisa ye, paranoyak dibin. Ji her tiştî guman dikin. Ji bo vê her tiştî dixwazin bêdeng bihêlin, tasfiye bikin, yek dest be, bi her awayî bibin desthilatdar û dîktatoriya xwe wisa xurt bikin. Ev nebe ditirsin. Demek beriya vê çapemeniya yên weke hîn demokratîk û yên kurd girt. Ev dîktatorî wisa ye ku yek reng û yek deng, yek zihniyet hebe. Derveyî vê qebûl nake. Sedema qebûlnekirinê yek ji tirsa xwe ye. Dudo jixwe ne bawer e û her tim sedem heye ku li dijî dîktatoriya wan têkoşîna civakê, di serî de ya gelê kurd temamî gelê Tirkiyê serhildan pêş bikevin, têkoşîn pêş bikevin. Ji vê distirsin. Plan û startejiya wan heye bêguman. Destpêkê weke siyaseta legal a gelê kurd xwestin tasfiye bikin weke çewisandin. Bi sedan bi hezaran însan avêtin zindanê. Operasyonên hîn berfireh pêş dixin. Di hundirê civakê de bila bêdengiyek hebe. Li aliyê din dest avêtin çapemeniyê. Rojname, TV, radyo girtin.
KETIYE REWŞEKE WISA KU ÊRÎŞÎ ROJNAMEYA CUMHURIYETÊ JÎ KIR
Yên muxalîf çapemeniya Tirkiyê çi heye. Cumhuriyet yek caran helwesta wan heye. Her çiqas weke navê xwe li komara dewleta Tirkiyê pirr radîkal xwedî derkevin biparêzin jî, di heman demê de bertek jî heye li hemberî dîktatoriya AKP’ê. Ne muxalefetek wisa ye ku esas AKP jê bitirse jî. Ne muxalefetek wisa radîkal û demokratîk e. Lê xwedî helwest e, weke muxalefetek rojnameya Cumhuriyet jî hebû. Weke kesayet hebû. AKP nexwest ew jî hebe. Bi giştî kanal û nivîskarên çapemeniya Tirkiyê mirov mêze bike yekalî û yek dest e. Hemû xizmeta AKP’ê û Erdogan dikin. Cumhuriyet hinekî li dijî vê bû. Xwestin wê jî bigirin. Encam derveyî çapemeniya AKP’ê, dengê AKP’ê, dîktatoriya AKP’ê divê tiştek nebe. Yek sedem hebe biçin ser wê.
JI BO TÊKÇÛN Û WINDAHIYÊN XWE VEŞÊRE SIYASETA LI SER ALOZIYÊ DIMEŞÎNE
Stratejiya wan civak di hundir de bêdeng bimîne. Muxalefet nebe. Nerazîbûn neyên dîtin, pêşiya bertekan bigirn. Çi marîfeta wan, derfetên wan heye hemû li ser Tevgera Azadiyê pêk bînin û heta ji wê jî zêdetir, nakokî û aloziya xwe îxracî Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraqê bikin. Bi xwe alozî dijîn, hewl didin û hez dikin ku her der wisa be, her kes weke wan be. Bi vî rengî rastiya xwe veşêrin hem de binve binve yan jî weke tê zanîn hin vekirî siyaset û stratejiya xwe pêk bînin. Yanî civak bêdeng bimîne. Jixwe wisa ye. Rojane bi dehan polîs û eskerên wan tên kuştin. Yek caran mesele 30 kes, 40 kes, mewziyên wan tê tunekirin, qereqol tên hilweşandin. Lê bala xwe bidinê di civakê de bertek tune. Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê çalakiyên gerîla ne weke îro bûn, gava hinek esker û polîs dimirin malbatên wan bertek nîşan dide li hemberî Erdogan. Îro her roj windahiyên wan hene, vedişêrin û her roj hejmar zêde dibe, lê bertek tune. Di encamê de civaka Tirkiyê ne pez e. Dibînin, difikirin. Mesela ew halanê di xwe de didin. Her tim şer dixwazin û ji devê wan jehr dibare. Civaka Anatoliya em dibêjin feqîr û belegnagaz. Ma ew nabînin, kurê Erdogan li ku û çawa dijî, yên wezîran li ku û çawa dijîn. Ji wan kurê kê di nava şer de ye. Civak vê dizane, dibîne. Di hundirê xwe de bertek jî heye. Lê AKP’ê zext û zorek wisa li ser civakê pêk tîne ku bêgendiyek heye. Bi tirsa her kes li çepikan dixin. Niha Erdogan ketiye damara kevneperestiya şovenîzma civaka Tirkiyê, weke şiringekê pê dilîzin. Ev heta cihekî ye tabî. Piştî noqteyek şûnde ew civak ew ê li xwe bizivire. Ev bêdengiya niha di asteke jor de di serê Erdogan û AKP’ê de biteqe.
HÊZÊN DEMOKRATÎK LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP’Ê DIVÊ DENGÊ XWE BIKIN YEK
Rewşenbîr, akademisyan, kesên ku asta wan jiyanê lêpirsîn bike, hêzên demokratîk, kesayetên demokratîk, civakên demokratîk, weke Elewî, jin, kedkar, şoreşger, sosyalîst, lîberal yên li dijî faşîzmê potansiyela yi ya heyî pirtir û xurtir e. Lê ji ber bêrêxistinbûnê weke tê xwestin têkoşîn û dengê wan di astake bilind de dernakeve. Nerazîbûn heye, têkoşîn jî heye, lê kêm e, pêwîst e hîn xurt be. Erdogan û AKP bi awayekî neheq bi zorê her roj diaxive, rojevê diyar dike bi israr. Pêwîst e civak jî wisa. Rewşenbîr, şoreşger pêşengtiyê bikin, Elewî rabin ser piyan. Li hemberî ev zihniyet û desthilatiya Erodgan û AKP’ê hemû civaka heyî hevdû bigirin, dengê xwe bikin yek, rojeva xwe diyar bikin û xwedî helwest be. Piranî gelê kurd li ser piyan e û xwedî têkoşîn e. Barê gelê kurd jî giran dibe tabî. Pêwîst e lingê wê li Tirkiyê jî bê birêxistinkirin. Li milê Tirkiye û metrepolan, zanîngeh, ciwan. Taybet ciwanên xwendevan vê qebûl nekin. Li hemberî vê zilmê bi ruhê Mahîr Çayanan, Denîz Gezmîşan, Îbrahim kaypakkayayan, Huseyîn Înanan rabe ser xwe.
CIWANÊN KURD LI DIJÎ VAN KIRINÊN AKP’Ê DIVÊ RABIN SERHILDANÊ
Ciwanên gelê kurd pêwîst e bi berpirsyareke dîrokî hemû qadên Tirkiyê, metrepol û Kurdistanê bikin cihê şoreş û têkoşînê. Meşan li dar bixin, rabin serhiladanê. Li hemberî vê desthilatdariya AKP’ê dengê wan kêm derdikeve, di asteke jêr de ye. Her çar aliyê dewleta Tirkiyê û bakurê Kurdistanê cihê têkoşînê ye. Bila berê xwe bidin nav refên gerîla. Di wir de cihê xwe bigirin û rûmeta xwe biparêzin. Dînamîzma civakê temsîl bikin. Ew ruhê Sûrê, Cizîrê di kesayeta xwe de bijîn. Ji vê jiyanê ne razî bin, rabin serhildanê. Rola ciwanan di vir de muhîm e. Jin muhîm in. Kedkar, elewî muhîm in. Bi giştî rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, ev hemû îro dengê xwe bilind nekin, xwedî helwest û têkoşîn bin. Ma ji desthilatdarî, faşîzm û dîktatoriya AKP’ê hîn belatir, dijwartir û xerabtir çi heye? Nakokî pirr radîkal in. Ev desthilatdariya faşîst radîkal e. Li hemberî vê têkoşîna radîkal pêwîst e. Ev tiştekî diyalektîk e. Ev desthilatdariya pirr hişk û radîkal têkçûna wan jî wê wisa be.
ERDOGAN Û AKP’Ê 24 SAETAN MIJÛL DIBIN KU ÇAWA LI SER ALOZIYÊ XWE BIDIN JIYÎN
Li psîkolojiya AKP’iyan mêze bikin heqeten tirseke pirr kûr dijîn. Ji xwe ne rehet in. Kes jî ji wan ne rehet e. Li siyaseta navneteweyî binêre kî ji siyaseta Erdogan razî ye û jê kêfxweş e. Ji civaka Tirkiyê, ji Elewiyan, jin û ciwanan, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst, gelê kurd mêze bikin kî ji AKP’ê rehet e. Ji bo vê AKP û Erdogan ne rehet e. 24 saet mijûlbûna wan weke plan li ser plan, stratejî li ser hev stratejî pêş dixin ku vê tirsa xwe çawa derbas bikin. Hîn zêdetir ewlekariya xwe bi rêxistin bikin. Di mejiyê wan de , hedefa wan de demokratîkbûna Tirkiyê, hemleyek di milê demokratîk de pêşxistin tune. Sala 2016’an de di siyaseta cîhanê, Rojhilata Navîn de ji demokratîkbûn, mirovahiyê re pêşengtiyê bike tiştekî wisa tune. Yan jî meseleya Kurd çareserkirin. Bi vî şeklî di siyaseta Rojhilata Navîn de, di dîrokê de rolek lîstin tune. Hemû zemanê wan, merîfat û mejiyê wan her tişt li ser desthilatdariya xwe çawa biparêzin, nerazîbûnên heyî çawa tune bikin. Ev heta derekê ye. Hertim wisa neçe.
KENAN EVREN GELEK KES ÎDAM KIR, LÊ AQÛBETA WÎ LI BER ÇAVAN E
Ev zihniyeta Erdogan û AKP’ê Tirkiyê dixe nava çiravê. Aloziya heyî hîn kûr û xerab dike. Mesela Erdogan dibêje îdam îdam. Yanî çima îdam. Bi îdamê tu dikarî çi xilas bike. Li dîroka xwe mêze bike. Di dema Kenan Evren de bi dehan însan, şoreşger, MHP’yî jî hatin îdamkirin. Kenan Evren digot yek ji wan, yek ji wan. Encam çi bû? Encam negirtin. Heta Kenan Evren bi xwe neket ber lêpirsînê, yanî rezîl û ruswa bû, wisa jiyana xwe winda kir. Ew zihniyeta îdam bi temamî tirs û xofekê dide jiyîn. Di mejiyê wan de derbas dibe, eger cesaret bikin ew ê îdam bikin. Erdogan û AKP vê dide berçavan, zihniyeta wan jê re heta dawiyê vekiriye. Bi îdam, îşkence, zindan, weke dema Kenan Evren bikaribin desthilatdariya xwe bidomînin, xurtir bikin. Lê dawiya wê tune. Heta hin îşaretên bêexlaq dixwazin bidin me jî. Nîqaş dikin, biryara îdamê eger bê girtin paşve bizivire, yanî Serokatiya jî di nava xwe de de bigire yan negire. Bêexlaqiyek mezin e. Tiştekî weke mirov hîç qebûl neke. Esas weke îmzekirina têkçûna desthilatdariya AKP’ê ye. Hişyariyên me hene di vê noqteyê de. Bila bi hin tiştan nelîzin. Hin tiştan bi erzan neaxivin. Hin tişt ew ê li ser serê wan bibe bela.
DEWLETA TIRKIYÊ Û AKP ALOZIYÊ ÎXRACÎ ROJHILATA NAVÎN DIKIN
Em li dîrokê mêze bikin. Hemû dinya bûn yek bi zor û zehmet dewleta Tirkiyê ji Mûsilê derxistin, kêm zêde sed sal beriya vê. Sed sal şûnde dinya qebûl nake dewleta Tirkiyê careke din di Mûsilê de cih bigire. Mûsil muhîm e li ser siyaseta Rojhilata Navîn. Bi giştî ji bo civakê Rojhilata Navîn weke Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Xiristiyan, Şîa, Sunnî. Yanî herêmek hertim stratejîk e. Dewleta Tirkiyê bi peymana Lozan pê hat qebûlkirin ji wir hat derxistin. Tu dibêjî tiştekî wisa çênebûye îro dîsa hewl dide têkeve Mûsilê. Dewleta Tirkiyê, AKP birastî aloziyê îxrac dikin. Bi zanebûn vê dike. Li Bakur û Kurdistanê meseleya kurd nehatiye çareserkirin. Tirkiye di nava dîktatoriyekê de ye, nakokiyên wan piralî hene, pirr kûr hene û dixwaze kesek vê nebîne. Di bin vê galgalê de û di bin êrîş û stratejiyê de windahiyên xwe veşêre. Li hemberî gerîla encamê nagire vê veşere. Siyasetek mezhebî jî dimeşîne. Mesela li Telafer Tirkmen hene. Bi zihniyetek mezhebî weke Şîa û Sunnî nêzîkbûn li hemberî mirovahî û civakê heta li hemberî mezheb û ol jî li hemberî hemû civakê bêbextî û bêwijdaniyek pirr mezin e. Dewleta Tirkiyê bi çi rengê demokratîk û aştîxwaz hewl dide ku mudaxeleyê Mûsilê bike. Em dizanin Tirkiyê li ku derê be li wir alozî heye. Ketiye ku derê li wir şer û nakokî heye. Dinya vê dizane. Ji bo vê kesekî nexwest dewleta Tirkiyê li Mûsilê cih bigire.
ESAS HEDEFA DEWLETA TIRKIYÊ ŞENGAL E
Di mejiyê Erdogan û Tirkiyê de esas Şengal heye. Ne Telafer e, Şengal e. Erdogan dibêje divê Şengal nebe Qendîla duyemîn. Di vê noqteyê de xwedî biryar in jî. Şengal dagir bikin, weke artêşa xwe li wir bi cih bike. Şengal bi xwe di bin zilma dewleta Tirkiyê de ye û sedem jî dibêje gerîla li wê derê. Ji te re çi lazim e. Gerîla li çiyayê Kurdistanê û Şengal e. Di serê wan de Şengal derbas dibe. Esas li Şengalê bi cih bibe wê wextê ew ê bikaribe li ser Telafer zextê bike. Yan jî giraniyekê diyar bike. Tabî ew ê hesabê civaka me Êzîdî, gelê kurd, tabî gerîla, civaka Ereb, Tirkmen, dewleta Iraq, dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bike. Herhalde ew ê ji Artêşa Tirk re nebêje kerem bike were Şengalê. Yan jî ji wan re derî veneke. Ev dibe ku bibe sedema şerekî Rojhilata Navîn Giştî. Heta şerekî navneteweyî yê cîhanê. Em dibêjin şerê sêyemîn ê cîhanê. Lê rastûrast dibe ku bibe sedema şerekî di nava dewletên li Rojhilata Navîn. Civakên rojhilata Navîn. Jixwe rola Erdogan ew e. Ne ku li cihekî pirsgirêkek heye, bi şêwazekî demokratîk bêçareserkirin. Berovajî wê pirsgirêk hîn jî mezin bibe, bibe sedema şer û aloziyê ku bikaribe rastiya xwe veşêre û xwe bide jiyîn.
BERSIVEK KDP’Ê JI BO AXAFTINA BÎNALÎ YILDIRIM DIVÊ HEBE
Bînalî Yildirim dibêje ew li ser xwesteka wan li Başiqa ne. Dixwazin beşdarî hemleya Mûsilê bibin. Dîsa li başûrê Kurdistanê ew ê herêmek ewlehî bi rêxistin bikin, ava bikin. Mirov dixwaze bipirse mesela ma ne pêwîst e, bersivek KDP’ê li hemberî axaftina Bînalî Yildirim hebe. Heqeten bangawaziyek KDP’ê heye yan tune. Dawet kiriye yan nekiriye. Gelo herêmek bi ewle ew ê bi hev re ava bikin û rêxistin bikin. Eger tiştekî wisa heye em tenê bêjin zaf xeter e. Bi KDP’ê jî, bi gelê kurd jî nade qezenckirin. Gelê kurd jî ew ê ji vê ne razî be. Dewleta dagirker a Tirkiyê çiqas li ser axa Kurdistanê bi cih bibe, ewqas bi xeter e. Iraq bi xwe her roj daxuyanî dide, dibêje artêşa dewleta Tirkiyê ya dagirker ji Iraqê derkeve biçe. Wexta dewleta Iraqê rojane van tîne ziman. Lê KDP berevojî wê weke bangawazî hebe ku artêşa dewleta Tirkiyê ya dagirker bê Iraqê yan jî Başûrê Kurdistanê, ev nayê qebûlkirin, xeter e.
LI ROJHILATA NAVÎN DEWLETA TIRKIYÊ DIBE KU BIBE SEDEMA ŞERÊ DI NAVBERA DEWLETAN DE
Kesî qebûl nekir Artêşa Tirk li Iraqê bi cih bibe û di hemleya Mûsilê de cih bigire. Ew bi zorê dixwaze xwe bixe rojevê. Tabî hesabê wan li ser Şengal heye. Hesabê wan li ser başûrê Kurdistanê û herêmên gerîla jî hene. Li ser Bakur bi xwe heye. Ewqas leşker bi tang, top û arêş ji Enqere û Çankiriyê anîne li van deran bi cih kirine, planên wan ew ê hebe. Em nizanin mesele li ser bakur û herêmên gerîla tabî li ser Şengal û li ser Telafer hebe. Ger dewleta Tirkiyê mafê her kesî bide bin lingan, tenê zihniyeta xwe dagirker esas bigire, weke mudaxeleya her derê bike, wî mafî di xwe de bibîne. Dibe ku bibe sedema li Rojhilata Navîn şerê di navbera dewletan de. Hin zêdetir nakokiyên heyî kûr bibin û dijwar bibin. Hîn zêdetir şer pêş bikeve. Ne hêzek çareseriyê ye, hêzek dagirkeriyê ye. Ew ê nakokiyên heyî hîn dijwar û xeter bike.
DAXWAZÊN TIRKIYÊ NE MIMKÛN E KU LI SER XAKA SÛRIYÊ PÊK BÊ
Siyaset ji exlaqê polîtîk dûr e. Berjewendî di ser hemû exlaqê civakî û polîtîk tê girtin. Heqîqet di vir de tê winda kirin. Rojane hevdîtin, têkilî û taktîk li ser hêzên xaka Sûriyê û dewletên eleqedar hene. Destpêkê Rûsya xwedî helwest bû, ne dixwest dewleta Tirkiyê li ser axa Sûriyê mudaxele bike û wî mafî di xwe de bibîne. Lê di demên dawîn de çûn û hatina wan çêbûn, hevdîtinên wan çêbûn, Erdogan û AKP tu tawîz nema ku nede. Hemû tawîz dan. Herhalde dilê Rûsya hinekî xweş kirin. Ev bêdengiya Rûsya ya dema dawîn rast e û balkêş e. Lê ew jî li gorî min ne her daîm be. Dewleta Tirkiyê li ser axa Sûriyê çawa xwestiye nikare wisa hereket bike. Ew jî heta derekê wisa tê dîtin. Heta cara caran mirov dibêje Rûsya û Amerîka û koalisyona navneteweyî di nava xwe de parve kirine. Yek ji vî milî, yek ji milê din. Lê di heman demê de di navbera wan de nakokiyên pirr dijwar hene. Rastûrast ne di nava şerekî de ne, lê hêzên bi wan girêdayî her roj di nava şer de ne. Bi rastî nakokî zaf in. Dewleta Tirkiyê dibêjin ew ê biçin Babê heta çavên wan li Helebê ye. Nizanim ji Babê wê de, wê xwe berdin ser Minbîc û nizanim ku derê. Ev hemû daxwazên wan e. Rastiyek heye hêzên ku îradeya xaka xwe û rûmeta xwe biparêze hene. Gelê kurd heye, gelê Ereb, Suryan, Çerkez heye. Dewleta Tirkiyê dixwest xwe bigihînin Babê. Hewl dan û heta derekê hatin. Rûs jî bêdeng man. Dewleta Tirkiyê ji vê îstifade kir û heta derekê hat. Komkujî pêş xistin tabî. Bi tang, top û teyareyan zarok û jin qetilkirin, weke li Bakur eynî marîfet li wir jî kirin. Li gorî em dişopînin hêzên şoreşger û rejîmê, heta Îran li wir xwedî hêz e. Li Nubil û Zehra gundên şîa hene. Rejim heye. Yanî dewleta Tirkiyê ew ê nikaribe ew plan û hesabên xwe pêk bîne. Ez ê nebêjim weke macera lê ew ê ber bi wê biçe. Rexmî Rûsya, rejîm, Îran esas jî îradeya gelê kurd, hêzên şoreşger ew ê Tirkiye nikaribe li wê derê bi cih bibe, Babê bi dest bixe. Ji wir jî bizivire ser Minbîcê, ew ne rast e. Beşek vê propaganda ye, psîkolojiya civakê eyar dikin. Dubare dibêjim êşa ku li hemberî gerîla dijî, ji bo windahiyên xwe veşêre vê dike. Tabî daxwazên wan jî hene. Lê rastî rê nade vê yekê. Di vê polîtîkaya xwe de encamê nagire. Li gorî em dişopînin hêzên bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî li şûna xwe dihejmêrin, nikarin pêş de biçin û heta rojane derbeyan dixwe. Ji bo vê bi rehetî dikarim bêjim dewleta Tirkiyê nikare li wê derê encamê bigire.
ÇARE Û DERMANÊ PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN NETEWEYA DEMOKRATÎK E
Perspektîf û polîtîkaya Rûsya ji bo civak, çand, û olên li ser axa Sûriyê û Iraqê yan jî li Rojhilata Navîn dijîn ew ê çiqas bikaribe bibe çareser. Em tiştêkî wisa nabînin. Yan jî koalîsyon navnateweyî, Amerîka li ser Rojhilata Navîn xwedî bandor in, dîsa li Iraq û Sûriyê proje û perspektîfên wan ku civak, ol û çand bi awayekî demokratîk bi hev re azad bijîn hene. Di siyaset, perspektîf û projeyên wan de jî em tiştekî nabînin. Li hêzên netewe dewlet em mêze dikin. Ji xwe wan her tişt daye bin lingan, tenê ji bo kesayet û desthilatdariya xwe biparêzin tevdigerin. Zihniyeta AKP’ê û Erdogan di vir de pirtir û zêdetir tabî ku sedema şerê biratiya gelan û mezhebî, rê ji vê yekê re vedike. Xeterî ev e ku tiştekî wisa bê jiyîn. Dewleta Tirkiyê ji vê re pêşengtiyê dikin. Tenê bila şer û nakokî hebe ku destihlatdariya xwe biparêze. Baş e çare çi ye? Paradîgmaya Rêber Apo neteweya demokratîk ya derveyî desthilatdarî, hikûmetê, madiyatê, hemû civak bi nasnameya xwe ya demokratîk, bi îradeya xwe bikaribin bijîn. Hemû çand û ol bi awayekî azad, li kêleka hev û di nav hev de bijîn. Dermanê vê û çareya vê neteweya demokratîk e. Mînakên vê weke pratîk tê jiyîn li bakurê Sûriyê ye. Çend sal in weke xweseriya demokratîk Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî, Tirkmen li wê derê bi hev re dijîn, modelek wan heye û hewl didin bikin federasyon. Yanî çare neteweya demokratîk. Belkî ji bo demekê koalîsyon û Rûsya dikarin hin tiştan çareser bikin. Lê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn yên çand, ol û nasnameyê re nabe bersiv. Yek alternatîf heye û pêş dikeve ew jî neteweya demokratîk e.