KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê rê hatin girtin, li Agirî betlana dane dibistanan
Li Wanê ji ber berfa zêde rêya Wan- Misk û Wan- Bazidê li trafîkê hate girtin, li Diyadînê jî ji ber sedema berfê du roj betlane dane dibistanan. -
10 endamên DBP'ê li Elezîzê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Elezîzê avêtin ser malan û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr jî di nav de 10 kes binçav kirin. -
Xebatkar di nava dorpêçiya polîsan de ketin hundirê Şaredariyê
Piştî ku qeyûmê AKP'ê ket hundirê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, polîsên Tirk dor li avahiyê girtin, her kesên li avahiya şaredariyê derxistin derve û lêgerîn kirin. -
'Em ê serî li ber operasyonên qirkirina siyasî netewînin'
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê nirxand û got, "AKP û Qesr nikare serî li gelê Mêrdînê û Kurdistanê bide tewandin." -
Hevşaredarê berê yê Wêranşarê hate girtin
Li Wêranşar ê ji 10 kesên beriya 28 rojan bi sedema çalakiya li hemberî qereqolê hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Qeyûm hat, şaredarî kir qereqolê
Dagirker Cûmalî Atîlla, ku piştî dîlgirtina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hat tayînkirin, beriya bê avahiya şaredariyê, her kes derxist derve. Bi sedan polîsên tîmên taybet şaredarî veguherandina qereqolê. -
Balûken: Em berxwedana li dijî nehiqûqiyê geş bikin
Balûken diyar kir, hikûmeta AKP/Qesrê vîna gel binpê kiriye û qeyûm li Şaredariya Amedê tayîn kiriye. Balûken bang li hêzên demokratîk kir, ku li dijî vê darbeya sivîl piştgiriyê bidin gelê Kurd. -
Taxa Gobcelî ya Mûsilê hat kontrolkirin
Hate ragihandin ku artêşa Iraqê danê êvarî Taxa Gobcelî ya Mûsilê ji çeteyên DAÎŞ’ê stendiye. -
Bi hezaran kesî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Amûdê pîroz kir. -
Şaredariya Amedê piştî tayînkirina qeyûmê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin
Piştî ku qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê anîn û şûn de, polîsan li pêşiya avahiyê ewlekariyekî mezin girtin, rê nadin ku ti kes bikeve hundirê avahiyê. Hat diyarkirin ku polîsan kesên ku nobet digirtin ji şaredariyê derxistine. -
Li Kobanê pîrozbahî bi dawî bûn: Rûmeta mirovahiyê biparêzin
Li Kobanê pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dawî bûn. Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya serkeftina Kobanê hat rawestandin. -
Li Geverê 2 jin hatin binçavkirin
Li Geverê 2 jin ji hêla polîsên Tirk hatin binçavkirin. -
Hêzên Şoreşger, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê şikandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî nuqteyên Hêzên Şoreşger dikin. Hat ragihandin ku Hêzên Şoreşger êrîş şikandine. -
Qeyûm anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê
Li şûna Hevserok Gulten Kişanak û Firat Anli ku hatin girtin, weke qeyûm Qeymeqamê Etîmesgût Cumalî Atîlla anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê. -
YPG: Çete êrîşî Efrînê dikin
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên çeteyên giredayî koalîsyona Sûriyeyê ya li dijî Efrînê berdewam dike. -
45 Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê li dijî darbeya AKP’ê daxuyanî dan
Li Amedê 45 Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) têkildarî geşedanên dawî daxuyanî dan û li ser desteserkirina AKP’ê ya şaredariyan gotin, ‘Tişta ku bi sindoqê nikarin bikin bi zorê dest li ser datînin.’’ -
Li Mêrdînê protesto: Em ê li rûmeta xwe xwedî derbikevin!
Li Mêrdînê serdegirtina bînahiyên DBP’ê yên bajêr û navçeyan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, ew ê li siyaseta gel û rûmeta gel xwedî derbikevin. -
Hevşaredara Ebexê Atabay hat binçavkirin
Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay dema ji Ebexê ber bi Wanê ve diçû hat binçavkirin. -
Rewşa Awarte li Wanê hat şermezarkirin
Endam, rêveber û wekilên HDP û DBP'ê yên Wanê bi girseyî pêkanîn û pergala Rewşa Awarte şermezar kir. -
HPG: Li girê Elîşêr 36 leşker hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayan li girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Geverê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistine. HPG’ê got; “36 leşker hatin kuştin û hêzên me çûn ser 19 cenazeyan. Gerîlayên me çekek BKC, 2 çekên HK-33 û debanceyeke rakirin.” -
Navên 22 kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin diyar bûn
Polîsên Tirk îro danê sibehê avêtin ser avahiyên DBP'ê yên Mêrdîn û navçeyên û gelek malan. Di serdegirtinan de 30 kes hatin binçavkirin ku rêveberên DBP'ê jî di nav de hene. Navên 22 ji van diyar bûn. -
Şaredariya Sêrtê êrîşa bi ser vîna gel de şermezar kir
Şaredariya Sêrtê, di civîna xwe ya îro de, girtina Kişanak, Anli û Ata şermezar kir, Roja Kobanê ya Cîhanê jî pîroz kir. -
KCK: Divê her kes bi berxwedanê re bin
KCK'ê bang li gelê Kurdistanê û gelên cîhanê kir, ku bi ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, li cem berxwedana Şoreşgerên Rojava û gelên Sûriyeyê cih bigirin. -
Li Kobanê pîrozbahiyan dest pê kir
Li Kobanê pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê dest pê kir. -
YPS: Li Amedê 3 polîsên tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand, li Amedê di şerê 29'ê Cotmehê de 3 polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk hatine kuştin.