Balûken: Em berxwedana li dijî nehiqûqiyê geş bikin
Balûken diyar kir, hikûmeta AKP/Qesrê vîna gel binpê kiriye û qeyûm li Şaredariya Amedê tayîn kiriye. Balûken bang li hêzên demokratîk kir, ku li dijî vê darbeya sivîl piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Balûken diyar kir, hikûmeta AKP/Qesrê vîna gel binpê kiriye û qeyûm li Şaredariya Amedê tayîn kiriye. Balûken bang li hêzên demokratîk kir, ku li dijî vê darbeya sivîl piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Balûken diyar kir, hikûmeta AKP/Qesrê vîna gel binpê kiriye û qeyûm li Şaredariya Amedê tayîn kiriye. Balûken bang li hêzên demokratîk kir, ku li dijî vê darbeya sivîl piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak di 30'ê Cotmehê de bi rengekî nehiqûqî hatin girtin, hikûmeta AKP/Qesrê bi lez û bez qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin tayîn kir. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken mijar ji ANF'ê re nirxand.
Balûken da xuyakirin, ku ev yekk dewama darbeya sivîl a AKP'ê ya li dijî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ye û got, "Rejîma AKP/Qesrê bi vê biryara xwe re nîşan da ku ew ê êrîşên xwe yên li dijî vîna gel berfireh bike. Tevî ku ev darbe yekser li vîna gelê Kurd hatibe kirin jî, ya ku bûye hedef vîna gelên Tirkiyeyê ye. Li pêşberî me rejîmeke welê heye, ku bi hiqûqa mêtîngeriyê nêzî daxawzên siyasî yên gelê Kurd dibe. Ev rejîm ji bo xwe bigihîne armancên xwe, bi her şêweyî faşîzm û otorîteriyê tevdigere. Lewma ya ku ji gelê me re maye, berxwedana demokratîk û rewa ye. Divê ev berxwedan heta encamgirtinê bi rengekî bênavber bê geşkirin."
MASKEYA LI SER RÛYÊ AKP'Ê LI AMEDÊ KETIYE XWARÊ!
Balûken got, "Hikûmeta AKP'ê hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn dixwaze destketiyên gelê Kurd tine bike" û wiha dewam kir: "Maskeya li rûyê AKP'ê ku dibêje bila Mûsil ji aliyê Mûsiliyan, Heleb ji aliyê Helebiyan ve were birêvebirin, li Amedê ketiye xwarê û rûyê wê yê rast ê ku dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake, eşkere bûye. Binpêkirina vîna gel û rêvebirina bi karmendên bîat kiriye, hiqûqa mêtîngeriyê ye. Gelê Amedê wê vê rewşê qebûl neke! Ne tenê gelê Amedê hemû alîgirên demokrasiyê wê vê nehiqûqiyê qebûl nekin! Hemû alîgirên aştiya civakî, divê li dijî êrîşa li vîna gelê Kurd hatiye kirin, li cem gelê me cih bigirin, ji ber ku encam bi vî rengî dikare bê bidestxistin."
'DIVÊ EM XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA KU DARBEYÊ PÛÇ BIKE, AVA BIKIN'
Balûken banga rêxistinbûn û têkoşînê li gelê Kurd kir û got, "Erdogan îro hemû erkên dewletê bi kar tîne û bi pêkanînên nehiqûqî hewl dide bi faşîzmê li ser piyan bimîne. Ev êrîşên wî ne ji ber xurtbûna wê, ji ber qelsiya wî tên kirin. Ew aqûbeta xwe ya siyasî dibîne, lewma êrîş dike. Ji berv ê yekê divê gelêm e bi lez û bez rêxistinbûna xwe li dijî darbeyê mezin bike û xeteke têkoşînê ya ku darbeyê pûç bike, bafirîne."