Li Mêrdînê protesto: Em ê li rûmeta xwe xwedî derbikevin!

Li Mêrdînê serdegirtina bînahiyên DBP’ê yên bajêr û navçeyan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, ew ê li siyaseta gel û rûmeta gel xwedî derbikevin.

Berê sibehê, îro bi ser navendên bajêr û navçeyê yên DBP’ê yê Mêrdînê de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Bi mebesta şermezarkirina serdegirtin û binçavkirinan daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Alî Aslan axivî û got, ‘’Di serdegirtinan de deriyê rêxistinên me yên navçeyê şikandine, ketine hundir û hemû tiştên li hundir li nav hev xistine. Em ji van girtin û binçavkirina re ne xerîb in. Lê, di van serdegirtinan de ku bi meseleya qeyûmê derkete holê, wek ku dixwazin bi temamî siyasetê biqedînin. Weke ku niha li vir dibe, nahêlin em li derve daxuniyê bidin û derdora me pêçan e. Lê divê ev baş were zanîn, her çi qasî ew dixwazin vê siyasetê biqedînin jî, bi ti awayî wê neqede. Ji ber ku ev siyaseta gel e û ev gel her carê li  rûmeta xwe û siyaseta xwe xwedî derdikeve.’’

Hevseroka Mêrdînê ya DBP’ê Şaha Memîş jî metna daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, serdegirtin ji şevê dî ve dest pê kirine û hê jî berdewam dikin, ‘’Em weke hêzên azadî û demokrasiyê, em ê li dijî van çewisandinan serê xwe netewînin, radest nebin, li dijî her cure nehiqûqiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê destûr nedin ku Rewşa Awarte bibe asayî û çavê xwe jê re negirin.’’

ÊN KU HATINE BINÇAVKIRIN

Hevserokê DBP’ê yê Mêdînê Ahmet Eken

Hevserokê Navçeya Kerboranê yê DBP’ê M.Zekî Evcî

Hevserokê Navçeya Dêrikê Şerîf Kiran û Endama Meclîsê Mekiye Ozcan

Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Mehmet Teyfîk Ozturk

Hevserokên Navçeya Qoserê Alî Dînler û Bîrgul Yuksel

Rêveberên Navçeya Qoserê Metîn Aslan û Salih Ateş

Hevserokên Navçeya Mîdyadê Zubeyir Elîk

Hevserokên Navçeya Nisêbînê Celal Ata û Zînet Algan

Rêveberên Navçeya Nisêbînê Necat Kozlak, Endamê Meclîsa Şaredariyê Selîme Aslan, Şehnaz Şen

Hevserokê Navçeya Artûklu Hacî Şehmus Ozgur

Rêveberên berê yê Artuklu Sirri Şimdi, Selman Şimdi, Gulistan Şimdi, İsa Yaka, Mehmet Yakak, Nasir Yakut, Leyla Bageç

Hevserokên Navçeya Mehsertê Mahmut Ozdemîr û Rêveberê Navçeyê Îhsan Erdem

Hevserokên Stewrê Şirin Erturk, Selahattin Onder, endamên Meclîsa Şaredariyê Ferhat Oncu, Gulbahar Saydut, Helîme Saydut, Gulcîhan Gultekîn.