Şaredariya Sêrtê êrîşa bi ser vîna gel de şermezar kir

Şaredariya Sêrtê, di civîna xwe ya îro de, girtina Kişanak, Anli û Ata şermezar kir, Roja Kobanê ya Cîhanê jî pîroz kir.

Şaredariya Sêrtê di civîna pêşî ya meha Mijdarê de girtina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata şermezar kir.

‘DEMA KU EM MEXDÛR BÛN JI GULEN RE LI ÇEPIKAN DIXISTIN’

Di civîna meclîsê de Hevşaredar Tûncer Bakirhan axivî û got,  dewlet ne wan kesên ku bi Fethullah Gulen re wêne digirt, yên ku li ber wî kabê xwe datanîn, ji bo randevûyekê bistînin diketin dorê nagire lê kesên ti pêwendiya wan ji nêz û dûr ve bi vê cemetê re nîn e, digire, wan kesên ku di demên bihurî di bin bangorê wan de hatine eciqadndin digire. Birêz Gultan Kişanak û Firat Anli ji van navan bûn."

Bakirhan bi berdewamî got, ew girtina hevserokan û Ayla Akat Ata şermezar dikin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de serbest werin berdan.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ

Bakirhan têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê jî got, ‘’Li Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê Ereb, Kurd, Tirkmen, jin, extiyar, zarok bi hev re li ber xwe dan û em spasiyê li wan dikin ku Kobanê azad kirin, keda wan, kêfereta wan di azadkirina Kobanê de hebû, em hez ji wan dikin û hurmetê ji wan re digirin. Kobanê biketa dibû ku Tirkiye biketa tarîtiya DAIŞ’ê. "

...