Li Kobanê pîrozbahiyan dest pê kir
Li Kobanê pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê dest pê kir.
Li Kobanê pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê dest pê kir.
Li Kantona Kobanê, pîrozbahiyê 1'ê Mijdarê ya Roja Kobanê ya Cîhanê dest pê kir. Bernameya pîrozbahiyê ya ku li Dibistana Şehîd Azad, saet 10.00’an dest pê kirî, li gel baranê jî bi tevlîbûneke zêde pêk hat.
Di bernameya pîrozbahiyê de Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah, Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik, nûnerên bi dehan saziyên sivîl û partiyan amade bûn.
Şahidê berxwedana destanî ya Kobanê, şervanên YPG, YPJ’ê jî di bernameya pîrozbahiyê de amade bûn.
Wêneyên têkildarî berxwedana Kobanê, kevalên şêwakarên ku berxwedana Kobanê vedibêjin li qadê hatin daliqandin, sînevîzyon hatin nîşandan.
Di bernameyê de Fermandarê YPG’ê Sefqan Kobanê ku di berxwedana mezin a Kobanê de birîndar bûbû, axivî kir û qala rojên berxwedanê kir.