Qeyûm anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê

Li şûna Hevserok Gulten Kişanak û Firat Anli ku hatin girtin, weke qeyûm Qeymeqamê Etîmesgût Cumalî Atîlla anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê.

Li şûna Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de , 25’ê Cotmehê piştî binçavkirinê, 30’ê Cotmehê hatibûn girtin, Qeymeqamê Etîmesgûtê Cumalî Atîlla weke qeyûm anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê.

Rayedarên Wezîrê Karên Hundir ên Tirk sibehê daxuyanî dabûn ku di çarçoveya BHQ’yê de cîgirê walî yan jî qeymeqam weke qeyûmê wê bînin ser Şaredariya Mezin Amedê.

Piştî binçavkirina hevserokên şaredariyê polîsan bi bendan dora şaredariyê pêçabûn û bînahiya şaredariyê kiribûn ablûkayê. Nobeta li dora şaredariyê ku xebatkarên wê piştî ku nasnmeyên wan têne kontrolkirin dikarin bikevinê, didome.

CUMALÎ ATÎLLA KÎ YE?

Cumalî Atîlla 1964’an li Elezîzê ji diya xwe bûye û Fakulteya Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Bi dorê Wekîlê Qeymeqamtiya Ugurludagê,wekÎlê Qeymeqamiyê ya Çobanlar, Qeymeqamiya Mengen, cigirê Waliyê Amedê, Qeymeqamtiya Beyşehîrê kiriye. Atîlla hê jî  li Etîmesgûtê qeymeqamî dikir.