YPS: Li Amedê 3 polîsên tîmên taybet hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand, li Amedê di şerê 29'ê Cotmehê de 3 polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya koordînasyona giştî de ev agahî hatin dayîn:

"Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, yekîneyeke me roja 29'ê Cotmehê li dijî bendeke polîsan a li ser rêya Erxeniyê ya li taxa Fabrîka çalakiyeke bi bandor lidar xist. Ev çalakî li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra hat lidarxistin û di encamê de maşîn rûxiya. Di encama çalakiyê de 3 polîsên tîmên taybet hatink kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Roja 30'ê Cotmehê, di encama komployekê de çeteyên qesrê avêtin ser maleke li taxa Fabrîkayê. Di dema vê serdegirtinê de di navbera endamekî me yê YPS'ê û çeteyên qesrê de şer derket. Di vî şerî de 3 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Endamê me Rêzan Farqîn ê di vî şerî de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, ji bo dîl nekeve destê çeteyan, xwe feda kir û şehîd bû."