Hêzên Şoreşger, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê şikandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî nuqteyên Hêzên Şoreşger dikin. Hat ragihandin ku Hêzên Şoreşger êrîş şikandine.
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî nuqteyên Hêzên Şoreşger dikin. Hat ragihandin ku Hêzên Şoreşger êrîş şikandine.
Li gorî çavkaniyên ji harêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di saetên serê sibehê de gelek gund radestî çeteyên DAIŞ′ê kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî hemwext êrîşî nuqteyên Hêzên Şoreşger ên li gundên herêmên Şehba kirin.
Çeteyên DAIŞ′ê êrîşî nuqteyên Hêzên Şoreşger ên li gundên Til Midyeq û bendava Şehbayê kirin. Li gorî daxuyaniay ji aliyê Navenda Ragihandina Hêzên Şoreşger, çeteyên DAIŞ′ê şevê din êrîşî van nuqteyan kirine û êrîş rastî bersivdayîna şervanan hatine . Şerê li herêmê hê jî dewam dike.
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran êrîşî hemwext li ser gundên ′Herbil, Um Hoş, Hesiye, Um Qura û Şêx Îsa′ kirin.
Hat ragihandin ku şer hê jî dewam dike.