Li Wanê rê hatin girtin, li Agirî betlana dane dibistanan
Li Wanê ji ber berfa zêde rêya Wan- Misk û Wan- Bazidê li trafîkê hate girtin, li Diyadînê jî ji ber sedema berfê du roj betlane dane dibistanan.
Li Wanê ji ber berfa zêde rêya Wan- Misk û Wan- Bazidê li trafîkê hate girtin, li Diyadînê jî ji ber sedema berfê du roj betlane dane dibistanan.
Li Wanê vê sibehê berfa ku zêde bariyayî jiyan da rawestandin. Li navenda bajêr berf lepo lepo dibare, li deverên bilind berf gihaştiye nîv metroyî. Germbûna hewayê bi qasî ku wer hîskirin kêm bûye, ji ber sedema ku tê payin tevahiya rojê wê berf bibare, rêyên Wan- Miks û Wan- Bazidê ji trafîkê re hatin girtin.
2 ROJ BETLANE DANE DIBISTANAN
Li Diyadîn a Agirî jî ji ber sedema berfê 2 roj betlane dane dibistanan. Li navenda bajêr berf 40 santîmetroyî bilind bûye û rêyên gelek gundan hatine girtin.
Ji ber sedema berfê, ji hêla Qeymeqamiya Diyadînê ve li hemû dibistanên navendê û yên gundan dibistanên seretayî û navîn ji bu 2 rojan betlane hate dayin.