Li Kobanê pîrozbahî bi dawî bûn: Rûmeta mirovahiyê biparêzin

Li Kobanê pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dawî bûn. Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya serkeftina Kobanê hat rawestandin.

Piştî 5 saetan ji şahiya Roja Cîhanê ya Kobanê ku li Dibistana Şehîd Azad a bajarê Kobanê hate organîzekirin, Komîteya Amadekar a şahiyê şervan, rojnamevan û endamên saziyên sivîl ku cihê xwe di berxwedaniya Kobanê de girtibûn xelat kir.

Di nava komîteya xelatkirinê de Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim û herdu cîgirên wî Xalid Berkel û Bêrîvan Hesen cihê xwe girtin.

Diyarname li Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Cemîl Mezlûm, Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Mihemed Ebû Adil, rojnamevanên ku berxwedaniya Kobanê şopandin û dehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ku cihê xwe di berxwedaniyê de girtin û hin ji wan jî birîndar bûne, hatin belavkirin.

HEVSEROK Û FERMANDAR AXIVÎN

Axaftinên ku di pîrozbahiyê de hatin kirin wiha ne:

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê: “ Şervanên YPG/YPJ’ê, bi moralekî bilin û coşekî li dijî dijminên Kurdan li ber xwe dan û kobanê azad kirin.

Fermandara YPJ’ê ya Kobanê Sorxwîn Kobanê: “Berxwedana Kobanê rûmeta mirovahiyê parast. Em ê di rêya ku Arîn Mirkan, Rêvan û Egîd û bi hezaran şehîdan ên ku bi xwîn xwe vekirin heta serkeftin û azadiyê bimeşin.”

Fermandarê HPG’ê yê Kobanê Cemîl Mazlûm: “Ev roja dîrokî ne tenê ya Kobanê ye, roja hemû gelê alîgirê aştî û azadiyê ne. Dijminê mirovahiyê wesa difikirîn ku wê Kobanê bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê. Lê şervanên YPG/YPJ’ê , çeteyên DAIŞ’ê têk bibirn, hêviya mirovahiyê ji nû de zindî kirin.”

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî: “Mi li ser dîwarê vê dibistan ku em niha lê pîrozbahiyê dikin nivîsandibû ‘Em hatin Kobanê.’ Ev bû rast em hatin berxwedan li tevahî cîhanê belav bû. Şeravnan li Kobanê dîrok nivîsandin.”

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî: “Rizgarkirina Kobanê bû sedem ku Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bibe.”

Ji Fermandarên YPG’ê yê ku di berxwedan Kobanê de birîndar bibû Sefqan Kobanê jî bi rêya telefonê beşdarî aktivîteyê bû û wiha got: “Îro roja serkeftina gelê Kobanê ye. Ev roj roja parastina rûmeta tevahî morvahiyê ye. Îro roja azadî û yekîtiya mirovahiyê ye. Yekîtiya hemû gelê cîhanê bi serkeftina berxwedana Kobanê re derket holê.

Sefqan Kobanê di berdewam axaftina xwe de behsa rojên berxwedanê kiri û şehîdên berxwedan Kobanê bi bîr anî.

Piştre Koma Dîcle ya girêdayî Navenda Baqî Xido û Koma Serxwebûn ku ji bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê hatiye hin ji stranên gelerî yên Kurdî û folkolorî pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de kesên beşdar govend gerandin û dirûşmên silavkirina berxwedaniya Kobanê avêtin.