Hevşaredarê berê yê Wêranşarê hate girtin

Li Wêranşar ê ji 10 kesên beriya 28 rojan bi sedema çalakiya li hemberî qereqolê hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di 4'ê Cotmehê de li hemberî qereqola taxa Karakûzû ya navçeya Wêranşar a Rihayê çalakî pêk hat û li gorî daxuyaniyên dewletê leşkerek mir. Di 6'ê Cotmehê de der barê bûyerê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî piştî 28 rojan li dadgeha Wêranşarê derketin pêşberî dadgehê. 

Ji 10 kesan Hevşaredarê berê yê Wêranşarê Mahmût Bûrûn û welatiyên bi navê Ahmet Beyazkaya, Haşim Turkoglû, Mehmet Gokten û Hamza Turkoglû hatin girtin. Muslum Vûral, Necmedîn Aba, A.G, A.K û L.T bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Girtî birin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.