BI DÎMEN

Qeyûm hat, şaredarî kir qereqolê

Dagirker Cûmalî Atîlla, ku piştî dîlgirtina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hat tayînkirin, beriya bê avahiya şaredariyê, her kes derxist derve. Bi sedan polîsên tîmên taybet şaredarî veguherandina qereqolê.

Dagirker Cûmalî Atîlla, ku piştî dîlgirtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat tayînkirin, beriya bê avahiya şaredariyê, hemû personel û endamên meclîsê derxist derveyî avahiyê. Bi sedan polîsên Tirk ketin hundirê avahiyê, gotin wê lêgerînê bikin û hemû xebatkar ji avahiyê derxistin. Piştî nîv saetê jî nûnerê mêtîngeriyê Cûmalî Atîlla ket hundirê odeya hevşaredaran.

JI ENDAMÊN MECLÎSÊ ÇALAKÎ

Endamên meclîsa şaredariyê, ku piştî binçavkirina hevşaredaran li Salona Meclîsa Şaredariyê dest bi çalakiyê kirin, beriya nûnerê mêtîngeriyê qeyûm Atîlla bê, bi zorê ji avahiyê hatin derxistin. Polîsên Tirk ên bi zorê endamên meclîsê derxistin, xwestin du kesan binçav bikin. Endamên Meclîsa Şaredariyê bi dirûşme û çepikan, êrîşa polîsan şermezar kirin û dirûşmên "Serok Gultan rûmeta me ye", "Serok Firat rûmeta me ye" qîriyan. Xebatkarên şaredariyê jî li derve çalakî lidar xistin û dirûşma "Zext nikarin bi me" qîriyan. Çalakiya xebatkaran dewam dike.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ku di dema berxwedanê de li hundirê avahiyê bû, da xuyakirin ku beriya qeyûm bê, saet di 07:00 de hemû xebatkar, endamên meclîsa şaredariyê û parlamenterên HDP'ê yên li avahiyê bi zora polîsan hatine derxistin. Ûca diyar kir, ku ji wan re gotine wê li hundir lêgerînê bikin û qeyûm di nava protestoyan de ketiye hundir. Ûca da zanîn, bi sedan polîsên Tirk li nava avahiyê bi cih bûne û avahiya şaredariyê veguherandine qereqolê. Parlamenter Ûca anî ziman, destûr ji kesî re nayê dayîn ku bikeve hundir û ew nizanin bê personelê dest bi kar bikin yan na.