Xebatkar di nava dorpêçiya polîsan de ketin hundirê Şaredariyê
Piştî ku qeyûmê AKP'ê ket hundirê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, polîsên Tirk dor li avahiyê girtin, her kesên li avahiya şaredariyê derxistin derve û lêgerîn kirin.
Piştî ku qeyûmê AKP'ê ket hundirê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, polîsên Tirk dor li avahiyê girtin, her kesên li avahiya şaredariyê derxistin derve û lêgerîn kirin.
Piştî ku Qeymeqamê Etîmesgût Cûmalî Atîlla bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirk weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat tayînkirin, ji duh êvarê ve polîsên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin û nehiştin kes bikevin nava avahiyê. Polîsên Tirk, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê ku 8 roj in li avahiya şaredariyê ji bo Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli çalakiya nobeda 'dest nede vîna min' lidar dixin, bi zorê danê sibehê ji avahiyê derxistin.
Piştre qeyûm bi dehan polîsên tîmên taybet saet di 07:30 de ketin hundirê avahiya şaredariyê û derbasî odeya hevşaredaran Kişanak û Anli bû.
Polîsên Tirk tevî qeyûm bi kîsên delîlan ketin hundirê avahiyê û li avahiyê lêgerînê dikin.
Piştre polîsan destûr dan ku personel bikevin avahiya şaredariyê. Polîs berî ku personel bikevin avahiyê, li ser wan digerin û kontrola nasnameyê dikin.
Hemû rê û kolanên li dora şaredariyê, bi maşînên zirxî û polîsan hatine girtin.
Nivîsa fermî ya li ser tayînkirina qeyûm ê ji Serokatiya Daîreya Biryar û Nivîsê ya Şaredariyê re nehatiye ragihandin.
Li gorî agahiyan wê qeyûm bi personelên şaredariyê re bicive.
Liv û tevgera polîsan a li ber avahiya şaredariyê dewam dike.