Rewşa Awarte li Wanê hat şermezarkirin
Endam, rêveber û wekilên HDP û DBP'ê yên Wanê bi girseyî pêkanîn û pergala Rewşa Awarte şermezar kir.
Endam, rêveber û wekilên HDP û DBP'ê yên Wanê bi girseyî pêkanîn û pergala Rewşa Awarte şermezar kir.
Wekîlên HDP'ê yên Wanê, endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Wanê bi armanca pêkanîn û pergala Rewşa Awarte şermezar bikin li kolana Hunerê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevinç Şeker, Wekîlên HDP'ê yên Wanê Lezgin Botan, Bedia Ozgokçe Ertan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, endam û rêveberên HDP, DBP, KJA û Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
AKP TALAN Û WÊRAN DIKE
Hevşaredarê Ebexa Wanê Faruk Demîr, anî ziman ku her roj operasyonên nû li dijî gel pêş dikevin û wiha got: "Her roj bi operasyonek nû, înfazek nû û qeyûmek nû em hişyar dibin. Her roj em bi êrîşên li dijî çapemeninyê hişyar dibin. Rojname, ajans û TV tên girtin. Qeyûmê tayînî Şaredarîyan dikin. Talanî û wêranî heye. Wekî ku malê ganîmeta şer e pêşkêşî hevkarên xwe dikin."
Demîr, destnîşan kir ku hikûmet xwe di xapîne û ji sedî 50 her çend li pey wan bejî zêdeyî ji sedî 50 li dijî wan e û wê rojekê îsyan û serhildanê derxin. Gelê Tirkiye ku qasî avêtin ser rûyê wî wê rojekê bîne serê Erdogan jî.
Demir, destnîşan kir ku kesên yên li Amedê bi korsan hevşaredaran binçav dikin û digirin, ajans, rojnameyan mohr dikin, dixwazin rojekê tevlî hemû jiyana wan jî bibin û wiha got: "Serokomar dixwaze bi zext û kaosê pergala Serokdewletiyê têxe meriyetê. Lê wê rojekê Erdogan û AKP di nava gel de tune bibe."
Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî anî ziman ku ew ê heta dawî li dijî van politîkayên AKP'ê li ber xwe bidin û pêşiya hikûmetê teqez felaket e.