45 Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê li dijî darbeya AKP’ê daxuyanî dan

Li Amedê 45 Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) têkildarî geşedanên dawî daxuyanî dan û li ser desteserkirina AKP’ê ya şaredariyan gotin, ‘Tişta ku bi sindoqê nikarin bikin bi zorê dest li ser datînin.’’

Li Amedê 45 rêxistinên civakî yên sivîl li hev civiyan têkildarî desteserkirina şaredariyan, girtina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, Rewşa Awarte daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla Hevberdevkê Platforma Demokrasî û Kedê Dogan Hatun ve hate xwendin.

Hatun diyar kir Rewşa Awarte veguheriye keysperestiya siyasî û got: “Tê dîtin hemû kirinên antî demokratîk û dijî hiqûqê dixwazin pêk bînin. Bi BHQ’ên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de derxistine, biryar û pratîkên wiha nediyar dibin ku hîmên Tirkiyê yên demokrasiyê û hiqûqê ji binî ve dihejînin û rê li ber binpêkirinên mafan ên giran vedikin.”

 ‘TIŞA KU BI SINDOQÊ BI DEST NEXISTIN BI ZORÊ DEST LI SER DATÎNIN’

Daxuyanî wiha berdewam kir:

‘’Rewşa Awarte ji darbeya leşkerî û Cemetê bêhtir beşên civakê yên muxalîf û tevgera siyasî ya Kurd ji xwe re kiriye hedef.

Desthilatdariya siyasî ya ku di her fersendê de sindoqê destnîşan dike, bi kirinên xwe yên qeyûmê û hişmendiya xwe ya ku vîna siyasî nas nake bi xwe re dikeve nav nakokiyê. Bi qutebirî mirov ji vê rewşê re dikare wiha bibêje,’’tişta ku nikarin bi sendoqê bi dest bixin, bi darê zorê bi dest dixin’’ Ev rewş ne demokrasiyê de û ne jî di hiqûqê de heye. Em dixwazin diyar bikin girtina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli di vê çarçoveyê de dinirxînin û weke mudaxleyekê li dijî tercîha siyasî û vîna gel dibînin. Dîsa em dixwazin bibêjin ku ew çavdêrî bi me re çêbûne ku dixwazin qeyûmê bînin ser Şaredariya Mezin a Amedê û di bi vê re hazirî jî têne kirin.’’’

 ‘TEMAŞEVAN Û XWENDEKAR TÊNE CEZAKIRIN’

Di daxuyaniyê de têkildarî zext û zordariyên li ser çapemeniya Kurd jî wiha hate gotin:

‘’Ev rewş nîşan dide ku zext û zordariya li ser çapemeniyê gihaştiye kû. Divê neyê jibîrkirin; ên ku têne cezakirin ne tenê televizyon, radyo, rojname, kovar û ajans in ku têne girtin, di heman demê de temaşeker û xwendekar jî têne cezakirin.’’

SAZIYÊN KU ÎMZE DANE:

ODEYA AVAHÎSAZAN ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN MAKÎNEYÊ ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN ÎNŞAATÊ ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN ELEKTRÎK Û ELEKTRONÎK ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN MADENÊ ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN ZÎRAATÊ ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN NEXŞERÊ Û KADASTRO ŞAXA AMEDÊ

ODEYA PLANSAZÊN BAJÊR  ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN JEOLOJÎ ŞAXA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN JEOFİZİK NÛNERTIYA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN HAVÎRDOR NÛNERTIYA AMEDÊ

ODEYA ENDEZYARÊN KÎMYAYÊ NÛNERTIYA AMEDÊ

ODEYA AVAHÎSAZÊN PEYZAJ  NÛNERTIYA AMEDÊ

EGİTİM-SEN

SES

BES

TUMBEL-SEN

BTS

TARIM ORKAM-SEN

YAPIYOL-SEN

ENERJİ YAPI YOL-SEN

HABER-SEN

DİVES

KULTUR SANAT-SEN

GENEL İŞ 1 NOLÛ(DİSK)

GENEL İŞ 2 NOLÛ(DİSK)

ODEYA TABÎBAN A  ŞAXA AMEDÊ

ODEYA HEKÎMÊN DIRAN A ŞAXA AMEDÊ

KOMALEYA MAFÊN MIROVAN (İHD) ŞAXA AMEDÊ

GUVENLİK-SEN (DİSK)

KOMALEYA HIQÛQNASÊN MEZOPOTAMYA

ODEYA VETERİNER HEKİMANI ŞAXA AMEDÊ

ODEYA MIŞAWÎRÊN DARAYΠ ŞAXA AMEDÊ

GOÇ-DER

MED-SAT

TÛHAD-FED

TÛHAD-DER

KURDİ-DER

ENSTÎTUYA KURD

DAYIKÊN AŞTIYÊ

MEYA-DER

KOMALEYA 78'AN

KOMALEYA PİR SÛLTAN ABDAL

SENDÎKAYA BELEDİYE- İŞ

ENERJİ-SEN (DİSK)