KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balûken: Tirkiye ji aliyê polîtîk ve îflas dike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku ji ber têkçûna polîtîkaya derve ya Erdogan êrîş zêde bûne û got, "Tirkiye her roj hinekî din, ji aliyê polîtîk ve îflas dike." -
Aydin: Wê nikaribin pêşî li eşkerekirina rastiyê bigirin
Hevseroka MHD a Wanê Sevda Aydin zext û zordariya li saziyên çapemeniyê nirxand û diyar kir, girtina van saziyên çapemeniyê ne li gorî hukmên mewzûata neteweyî û navneteweyî ne, lewma ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin. -
Mohr li deriyê avahiya Azadiya Welat xistin
Avahiya navendî ya rojnameya Azadiya Welat, ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, deriyê wê hat mohrkirin. Rojnameyê mizginî da xwendevanên xwe ku wê di demeke nêz de bigihêje ber destê xwendevanan. -
'PJAK'ê hêviyeke nû da Rojhilatê Kurdistanê'
Hevserokê KODAR'ê Rêzan Cawîd û Endamê Meclîsa PJAK'ê Baran Berfîn dan xuyakirin, ku gava bi kontrya 5. a PJAK'ê re hatiye avêtin, wê serketineke mezin ji gelên li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Kurdistanê re bîne. -
Kişanak û Anli li edliyeyê ne
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak anîn edliyeyê. -
Li Rihayê 128 endamên KESK'ê ji kar hatin avêtin
AKP'ê şevê din di bin navê Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî de 120 kedkarên tenduristiyê û 8 kedkarên perwerdeyê yên endamên KESK'ê ji kar avêt. -
Elo: Serketina Şehba wê rê li ber Sûriyeya Federal a Demokratîk veke
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo got, armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê, tinekirina Sîstema Federal a Demokratîk e. -
Girtina ajans û rojnameyan li Wanê hate şermezarkirin
Girtin û zexta li saziyên çapemeniya azad, li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hatin şermerzarkirin. -
Gelê Amedê diherike ber şaredariya xwe
Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, bi sedan kes herikîn ber şaredariya bajarê mezin. -
Li gundên qedexekirî serdegirtina malan dest pê kir
Li navçeya Geverê piştî ku li 6 gund û 9 taxên girêdayî gundan derketina derve hat qedexekirin, leşkeran leşkeren dest bi serdegirtina malan kirin. Li bejahiya gundan jî tevgera leşkerî dest pê kir. -
Polîsan avêtin ser avahiya Azadiya Welat
Polîs û ekîbên maliyeyê yên Tirk avêtin ser avahiya rojnameya Azadiya Welat a li Amedê. -
Bi girtinan nikarin bi Azadiya Welat
Rojnameya Azadiya Welat, ku di hînkirina Kurdî de bi mîsyoneke girîng rabû, di nava 20 salan de 9 caran hat girtin, lê dîsa jî gihîşt ber destê xwendevanan. Xwediyê rojnameyê Ramazan Olçen got, girtina bi rêya biryarnameyê nayê wateya bidawîbûnê. -
Rêveberên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê hatin girtin
Li Colemêrgê di serdegirtina malan de ji 26 kesên hatin binçavkirin Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besî jî di nav de 4 rêveber hatin girtin. -
Li Geverê 'qedexeya derketina derve'
Li 6 gund û 9 taxên ser bi gundan ên Geverê, derketina derve hat qedexekirin. -
Kişanak û Anli wê sewqî edliyeyê bên kirin
Çav li rê ye, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak danê nîvro sewqî edliyeyê werin kirin. -
Keleha Mêrdînê ji aliyê MÎT û artêşê ve hatiye dagirkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk nerazîbûn nîşanî dagirkirina keleha Mêrdînê da û got, "Nabe ku MÎT û leşker tevî dijberiya gelê Mêrdînê, kelehê dagir bikin." -
'Bi berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê re, wê Bakurê Sûriyeyê bibe xwedî statu'
Husên diyar kir, dewleta Tirk li dijî Iraq, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kiriye û got, gelên Iraqê, Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê wê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Faşîzma AKP-Erdogan wê Tirkan jî bişewitîne
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, zext û zordariya faşîzma AKP'ê ji aliyê partî û pisporên siyasetê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatin şermezarkirin. -
'PKK'ê ruhê min azad kir'
Dr. Rojwan Welat ê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû got, "Piştî perwerdeya ji 4 mehan, min îdeolojiya PKK'ê baştir nas kir." -
Li Amedê çalakî: 2 polîs birîndar bûn
Li navçeya Peyas a Amedê, bi roketan çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn. -
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Elîşêr bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê li mala gerîlayê HPG’ê Ahmet Can (Alîşêr Firat) ê ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê hate danîn, bi girseyî tê ziyaretkirin. -
Wê îşev îfadeya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli bê girtin
Hat ragihandin ku wê îşev îfadeya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli bê girtin. -
TEV-DEM: Pêşî li dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk bigirin
Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û got ku wê çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê bênavber bidomin. -
HPG: 13 leşker hatin kuştin, tankekê jî derb xwar
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 13 leşker hatin kuştin, tankekê jî derb xwar. -
Li Şehbayê 4 gund û 3 gundik hatin rizgarkirin
Hêzên Şoreşger, li Herêma Şehbayê 4 gund û 3 gundikên din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.