Wê îşev îfadeya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli bê girtin
Hat ragihandin ku wê îşev îfadeya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli bê girtin.
Hat ragihandin ku wê îşev îfadeya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli bê girtin.
Parêzerên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku 4 rojin hatine binçavkirin têkildarî reşwa hevşaredaran daxuyanî dan û diyar kirin ku li bendê ne ku hevşaredarên wan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade bidin. Prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku wî bi Kişanak ve Anli re hevdîtin kiriye û moralê wan bâş bûye.
Parêzer Aktar, da zanîn ku heta niha îfade nedane û wê îşev îfade bidin. Aktar, anî ziman ku ji ber derbarê dosyayêde biryara veşartinê heye têkildarî naveroka dosyayêda agahî negirtine.