Balûken: Tirkiye ji aliyê polîtîk ve îflas dike

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku ji ber têkçûna polîtîkaya derve ya Erdogan êrîş zêde bûne û got, "Tirkiye her roj hinekî din, ji aliyê polîtîk ve îflas dike."

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajarê Çewlikê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û gelek rêveberên partiyê jî li çalakiyê amade bûn. Di daxuyaniyê de şewitandin avahiya DBP'ê ya li navçeya Dara Hênê jî hat şermezarkirin. Balûken li vir axivî û diyar kir, ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd êrîş û şerekî topyekûn hatiye destpêkirin.

Balûken destnîşan kir, ku nepêkan e bi polîtîkaya şer encam bê girtin û got, "Bi van polîtîkayan, dawî li xwe tîne."

Balûken diyar kiri, ew ê berxwedana xwe ya li dijî êrîşan mezin bikin.