Li Geverê 'qedexeya derketina derve'

Li 6 gund û 9 taxên ser bi gundan ên Geverê, derketina derve hat qedexekirin.

Li 6 gund û 9 taxên ser bi gundan ên Geverê, derketina derve hat qedexekirin.

Qedexe ji duh bi şev saet 22:00 û pê ve wê derbasdar be. Cihên hatine "qedexe"kirin ev in: "Gundê Kaport û taxên wê Ymûrtaş û Pagê, gundê Menkawa û taxên Koycuk, Yekmala Jorîn, Yekmala Jêrîn, gundê Pirzala û taxa Darê, gundê Serîndere û taxa Xurekana Jorîn, gundê Tiloran û taxa Tilorana Jorîn, gundê Dêlezê û taxa Xurekana Jêrîn."