Girtina ajans û rojnameyan li Wanê hate şermezarkirin

Girtin û zexta li saziyên çapemeniya azad, li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hatin şermerzarkirin.

Cîgira Hevserokên DBP'ê yên Wanê Sevînç Şeker, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên HDP-DBP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên KJA'yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevî girseyeke qelebalix tevlî çalakiyê bûn.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Ozgur Aras daxuyanî da û diyar kir, pêkanînên hikûmeta AKP'ê ne kêmî yên serdema Saddam Huseyîn û Pînochet e. 

Aras da xuyakirin, ku yên îro welêt bi rê ve dibin, wê hesabê sûcên dikin, rojekê bidin û got, "Hemû rêveberiyên otorîter ên pê dihesin ku desthilatdariya wan diqedin, weke çareya dawî êrîşî çapemeniyê dikin. Êrîşên desthilatariya heyî yên li dijî çapemeniya azad, nîşan dide ku li ber qedandinê ye. Em ê tevî gelê xwe van polîtîkayên we yên zilmê bisekinînin."

Aras destnîşan kir, ku zilma wan çiqasî zêde bibe, berxwedanê jî ewqasî zêde dibe û bang li raya giştî kir ku bi berpirsyarî rabe.