BI DÎMEN

'Bi berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê re, wê Bakurê Sûriyeyê bibe xwedî statu'

Husên diyar kir, dewleta Tirk li dijî Iraq, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kiriye û got, gelên Iraqê, Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê wê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Husên diyar kir, dewleta Tirk li dijî Iraq, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kiriye û got, gelên Iraqê, Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê wê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Hanîfe Husên bersiv da pirsên ANF'ê.

Operasyona Mûsilê ku di demeke dirêj di rojevê de bû, dest pê kir. Tevî hemû hewldanan jî Tirkiyeyê cih di operasyonê negirt. Hûn girîngiya vê operasyonê û cihnegirtina Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Operasyona Mûsilê bi rastî jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Hêzên navneteweyî û herêmî ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, dixwazin bi taybetî 3 herêmên girîng kontrol bikin. Yek ji van herêman Heleb, ya din Mûsil û ya sêyemîn jî Reqqa ye. Tevî ku têkoşîna li van herêman di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê tê meşandin jî, armanca wan ne tenê paqijkirina ji DAIŞ'ê ye. Dibe ku ev yek ji armancan be, lê belê ji bo hêzên navneteweyî û herêmî gelekî girîng e ku piştî Mûsil ji DAIŞ'ê hat paqijkirin wê bi sîstemeke çawa ji aliyê kê ve were birêvibin.

Hêzên navneteweyî ev demeke dirêj e di bin navê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de, li Rojhilata Navîn dîzayneke nû bikin û ji aliyê giştî ve jî vê dîzaynê li gelemperiya cîhanê ava bikin. Di çarçoveya vê hewldanê de di sala 2003'an de dest li Iraqê ha werdan û hê jî li Iraqê sîstemek û aramî nehatiye rûniştandin. Her çend parlament, sîstema navendî, reveberiyeke herêmî, otonmî hatibin avakirin jî li Iraqê hê sîstemek ava nebûye. Hikûmeta navendî li gelemperiya Iraqê kontrolek ava nekiriye. Ji xwe piştî êrîşên çeteyen DAIŞ'ê beşeke girîng a Iraqê ket bin kontrola DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê hem ji bo dîzaynkirina herêmê, avakirina çareseriyekê li Iraqê, hem jî ji bo serweriya li ser axa Iraqê, operasyona Mûsilê gelekî girîng e.

Koalîsyona navneteweyî jî tevlî operasyonê bû. Rûsya tevlî nebû. Îranê jî bi rengekî cihê xwe di nav de girt. Tirkiyeyê xwest tevlî bibe, lê mîna Îranê hat tecrîdkirin. Çima hat redkirin? Tirkiyeyê demeke dirêj xwe ji bo operasyonê amade dikir. Hikûmeta AKP'ê, piştî ku bayê şoreşê li Rojhilata Navîn rû da û bi destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê re, mezhebperestiyek afirand. Tirkiyeyê dest li Misirê werda. Îhvani Muslîm hem li Misirê hem jî li Sûriyeyê derxist pêş û li ser erebên Sûnî polîtîkaya mezhebî meşand. Piştre hat dîtin, ku Tirkiye ne weke welatekî NATO tevdigere. Bi giranî bi polîtîkayeke mezheba Sûnî a serbixwe dixwaze hegemonya xwe li herêmê ava bike. Bi vê armancê bi hêzên Sûnî û bermayiyên wan re tifaq çêkir, hêza leşkerî ava kir û xwest tevlî operasyonê bibe. Lê belê koalîsyona navneteweyî bi vê hesiya û nehişt tevlî bibe. Gelo hêzên navneteweyî ev yek di çarçoveya zîhniyeteke demokratîk de kirin, ya jî li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan, ya jî xwestin dersekê bidin Tirkiyeyê? Ev hemû mijarên nîqaşê ne.

Di destpêka pêvajoya şoreşê ya Sûriyeyê de, Tirkiyeyê di bin navê mûxalefetê de hin kom li dora mezhebperestiya Sûnî li hev civand, perwerdeya leşkerî û siyasî da wan û herî dawî DAIŞ hembêz kir. Ji aliyê her kesî ve hat dîtin ku bi tifaqa bi DAIŞ'ê re xwest armancên xwe pêk bîne. Tirkiye, di encama tifaqa Barzanî re bi bahaneya 'perwerdekirina pêşmergeyan' ket nava Iraqê, li Başîka biryargeh ava kir. Piştre bi hêza li vir perwerde kirî 'Haşdî Watanî' û bi rêya pêşmergeyan xwest tevlî operasyonê bibe. Niha gelek îdîa tên kirin, ku dibêjin di nava pêşmergeyan de efserên Tirk hene, Tirkiyeyê bi çekên xwe xwest tevlî operasyonê bibe. Lê bi ser nexist. Hebûna hêzên Tirk li Iraqê bi ti awayî ne rewa ye. Tirkiye çima li Sûriyeyê ye, çima li Iraqê ye? Ev pirs hêjayî pirsînê ye. Tirkiye li ser dijberiya PKK'ê bi daxwaza Barzanî kete nava Iraqê, berê xwe da Şengalê, Kerkûkê. DAIŞ kir bahane. Armanca AKP'ê cuda ye. Ketina nava Cerablûsê jî bi vê ve girêdayî ye. AKP'ê stratejiyek daniye pêşiya xwe. Stratejiya bingehîn a wan, dijberiya Kurdan e. Bi taybetî dixwaze li dijî hêzên Kurd ên demokratîk azadîxwaz, ên xwedî proje rabe. Ev hêz kiriye hedef. Bi gotina wan 'Di nava hewldaneke li dijî hebûna PKK'ê û Kurdan e'.

Ev projeyeke fetihê ye. Erdogan di nava xewna desthilatdariya Osmanî de ye. Dixwaze bi girtina axa serdestiya Osmanî li ser bû, cihê xwe di nava projeya dîzaynê de bigire. Haya hêzên navneteweyî û herêmî ji vê heye. Bi taybetî sekna Iraqê ya li dijî dewleta Tirk û sekna gelê Iraqê sekneke bi rûmet e. Hebûna Tirkiyeye ya li Iraqê bi dagirkeriyê pênase kir. Li Sûriyeyê jî di rewşeke dagirkeriyê de ye. Tirkiye di bin navê 'têkoşîna li dijî PKK'ê' de dixwaze Iraqê dagir bike. Tirkiyeyê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şer îlan kiriye. Li Bakur jî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî vê dike.

Heman piştî destpêkirina operasyona mûsilê, DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir. Hin ji endamên çete yên bi saxî hatin girtin, li xwe mikur hatin ku dewleta Tirk ew bi helîkopteran li Kerkûkê danîne. Êrîşên li dijî Kerkûkê parçeyek ji vê plana dagirkerî û fethê ye?

Bêguman Kerkûk û Mûsil herêmên petrol û enerjiyê ne. Tirkiye ji xwe di çarçoveya Misakî Milî de axa Mûsil û Kerkûkê weke axa xwe dibîne. Hebûna Tirkmenên li vê herêmê ji xwe re dike bahane û bi rengekî vekirî dibêje, ew ê bigire. Gelên herêmê jî dît ku Tirkiyeyê bi çi rengî bi kincê DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir, rola hêzên taybet ên Tirk û MÎT'ê di van êrîşan de dît. Tirkiye ji ber ku nekarî tevlî operasyona Mûsilê bibe, xwest bi êrîşên li dijî Kerkûkê re tevlî operasyonê bibe û Kerkûkê dagir bike.

Lê belê gerîlayên HPG'ê, pêşmergeyên YNK'ê û gelê herêmê ev armanca Tirkiyeyê pûç kirin. Ev armanc li bin guhê xeta parastinê ket. Tevî ku cîhan tev çavên xwe li vê girt û dengê xwe dernexist, Erdogan li xwe planên xwe yên dagirkeriya li Kerkûkê mikur hat. Çeteyên di dema êrîşê de hatin girtin jî bi xwe gotin, ku Tirkan ew anîne. Armanc çi ye? Armanc serweriya li ser Kerkûkê ye. Bi salan e statuya Kerkûkê tê nîqaşkirin, Kerkûk weke bajarê Başûrê Kurdistanê nayê dîtin, bi bahaneya Tirkmenan bi pereyekî zêde erd tên kirîn û Ereb jî bi kar tînin. Tirkan di mijara dagirkirina vê derê de çavên xwe sor kirine. Êrîşên li ser Kerkûkê ji sedî sed ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine organîzekirin.

Dewleta Tirk di nava du hefteyan de bi rengekî vekirî bi balafir, tank û topên xwe êrîşî herêma Efrîn û Şehbayê dike, komkujiyan dike. Tirkiye ku beriya niha di bin navê 'Operasyona Mertala Firatê' de ket nava Cerablûsê, çima êrîşî vê herêmê dike? Armanca xwe çi ye?

Ji Cerablûs heta Ezazê bixe bin kontrola xwe. Bi 90 kîlometre dirêj û firehiya wê jî heta herêma Minbicê, herêmekê bixe bin kontrola xwe. Ji aliyekî ve dixwaze Minbicê, Babê bibe û piştre biçe Helebê. Ji xwe Mercdabiq girtin. Helebê hedef dike. Û piştî Helebê jî Îdlibê hedef dike. Li aliyê Minbicê jî, piştî ku Minbic girt, dixwaze berê xwe bide Reqqayê. Ji xwe di ragihandinê de jî gelek caran eşkere kir ku amade ne biçin Reqqayê, tevlî operasyona Reqqayê bibe. Hedefa Tirkiyeyê ev e. Lê belê xuya ye di hevdîtinan de; hem li ser Babê wan û Rûsan li hev nekiriye, hem jî li ser Minbicê wan û hêzên koalîsyonê li hev nekirine. Li aliyê din, li Efrînê statuyek heye, kantonek heye. Û herêma Şehbayê xwe weke kanton îlan kiriye û hêzên herêmî yên Şehbayê, Artêşa Şoreşgeran li Şehbayê xelkê wê derê ye, zarokên wê herêmê ye. Xwe diparêzin, şer dikin û qebûl nakin Tirkiye têkeve herêma Şehbayê. Armanca Tirkiyeyê ev e: Bi 90 kîlometre dirêjahiya wê jî Babê, Minbicê bigire. Piştî Minbicê jî, li aliyê Minbicê ber bi Reqqa, li aliyê Babê ve jî ber bi Helebê, di hedefê de Îdlib jî heye. Bi vî rengî Şehba, Efrîn û Şêx Meqsûd di bin kontrola artêşa Tirk de teslîmî van komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bikin. Armanc ev e. Lê belê hêzên koalîsyonê bi taybetî hatina ber bi Minbicê ve qebûl nekirin. Lê em dikarin vê jî bêjin, weke rexneyekê li hêzên koalîsyonê bigirin. Hatina Tirkiyeyê ya Cerablûsê bêyî hêzên koalîsyona navneteweyî nebûye. Em vê weke rexne lê digirin. Em vê weke dagirkeriyê hesab dikin. Ev dagirkerî ye û bêyî haya hêzên koalîsyonê yên navneteweyî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ev nebûye. Her çiqas dibêjin gotina me weke tê xwestin derbas nabe jî, bêyî haya wan çênebûye. Lê em vê nêzîkatiyê weke dagirkeriyê hesab dikin û em ê weke gelê Rojava/Bakurê Sûriyeyê bi ti şêwazî hebûna Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê qebûl nekin. 

Em ê bi şêwazî vê qebûl nekin û em vê dagirkerî dibînin. Ji ber ku armanca dewleta Tirkiyeyê ew e ku Bakurê Sûriyeyê ji aliyê cografîk ve nebe yek. Gelên li herêmê, pêkhateyên li herêmê dijîn, biryar dane li ser hîmê biratiya gelan, jiyana hevbeş û di nava federasyona demokratîk de bi hev re bijîn. Artêş û dewleta Tirkiyeyê dixwaze vê projeyê têk bibe û aramiya li Bakurê Sûriyeyê xera bike. Lewma li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê, hemû pêkhateyên li herêmê dijîn bi dengekî bilind nerazîbûnên xwe bilêv kirin. Hem ji aliyê çalakiyên sivîl ve, hem ji aliyê protestoyî ve, hem jî ji aliyê şer ve komên QSD'ê (li herêma Şehba Artêşa Şoreşgeran, li herêma Efrînê YPG û li herêma Cerablûsê-Minbicê jî hêzên QSD'ê) li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê seknek nîşan dan. Û biryara berxwedanê hatiye dayîn. Bi ti şêwazî hebûna Tirkiyeyê li ser xaka Bakurê Sûriyeyê wê neyê qebûlkirin. 

Ev çend roj in hem rayedarên Amerîkî hem jî endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl dan xuyakirin, ku operasyona Reqqayê wê di demeke nêz de dest pê bike û tevî hemû îtirazên Tirkiyeyê jî wê hêzên QSD û YPG'ê tevlî vê operasyonê bibin. Dan xuyakirin, ku di vî warî de mutabaqat çêbûye. Têkildarî vê operasyonê mutabaqateke çawa çêbûye û hûn tevlîbûna hêzên QSD'ê çawa dinirxînin?

Operasyona Reqqa bi qasî ya Mûsilê girîng e. Esas plan hebû ku operasyonên Reqqa û Mûsilê bi hev re werin kirin. Lê belê hem ji ber peyman, lihevkirina li ser operasyona Mûsilê gelekî giran derbas bû, hem hêzên li Mûsilê bikevin şer dereng hatin amadekirin, hem jî tevlîheviya li nava Sûriyeyê heye, bi taybetî navbera Rûsya û Amerîka, hewldanên Tirkiyeyê ku dixwest beşdarî operasyona Reqqa bibe, zextên Tirkiyeyê yên hatin kirin, ji aliyekî ve bû sedema destpêkirina bi hev re ya operasyonan. Li aliyê din, ji aliyê me ve jî, ji aliyê rêveberiya xweser a herêma Rojava/Bakurê Sûriyeyê, çûyîna Reqqa wê mîna rizgarkirina herêmên me nebe. Ji ber ku li van herêmên me heta niha rizgar kirine, pêwîstiya jiyanî ya nebe nabe hat dîtin û ev weke xweparastinê hat kirin. Desteka kesî nebûya jî me yê ev bikira. Ji Kobanê dest pê kir û dewam kir heta Minbicê û niha li Şehbayê dewam dike. Lê belê Reqqa, bi rastî jî operasyoneke pir mezin e. Ji bo operasyona Reqqa were kirin, hem hêz jê re lazim e, hêzeke mezin jê re lazim e, destekeke rastî lazim e, hem jî ji aliyê siyasî ve nîqaşên li ser statuya Reqqayê, statuya Bakurê Sûriyeyê demdirêj dewam kirin. Şertên me hebûn, me şertên xwe diyar kiribûn. Di van hemû mijaran de nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encamê de mutabaqatek hat çêkirin û ev mutabaqat jî bi vî rengî ye: Wê Reqqa were îzolekirin. Yanî pêvajoya îzolasyona Reqqayê dest pê dike. Mirov ji bo niha nikarin bêjin tam operasyonek e. Eger em bêjin tam operasyon, wê demê divê Reqqa ji çar aliyan ve were dorpêçkirin. Niha pêvajoya îzolekirinê dest pê kiriye. Di vê pêvajoya heta dorpêçkirin û destpêkirina pêngava Reqqayê de, bêguman mijarên divê werin zelalkirin hene. Mijara desteka çekan heye, mijara statuya siyasî ya Bakurê Sûriyeyê heye, mijara tifaq û polîtîkaya hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê heye. Meseleya Cenevreyê heye. Ev hemû mijarên nîqaşê ne û di rojevê de ne. Encameke bi vî rengî derketiye. Di pêvajoya destpêkirin û pratîkkirinê de ev mijar hemû wê hêdî hêdî bên zelakirin. Lewma mirov dikarin bêjin, operasyona Reqqayê weke pêvajoya îzolekirinê dest pê kiriye. Û hêzên QSD'ê xwe amade dikin. Bi rastî ji gelên herêmê, ji pêkhateyên Ereb Tirkmen, Çerkez, bi taybetî ji şêniyên Reqqayê ku piranî Ereb in, niha bi hezaran şervan perwerdeyê dibînin. Hêzên QSD'ê wan perwerde dikin. Amadekarî tên kirin. Û dema ev pêvajoya dest pê bike, wê şervanên wê amade bin. Bêguman Tirkiye ji vê yekê gelekî nerehet e. Tirkiyeyê xwe xist rewşekê ku bi hêzên koalîsyonê bide qebûlkirin, yan jî bi Amerîka bide qebûlkirin ku alternatîfa QSD'ê were nîqaşkirin. Hewl dide xwe weke alternatîfa QSD'ê bide nîşandan ku li şûna QSD'ê ew biçe tevlî operasyona Reqqayê bibe. Bêguman ev nehat qebûlkirin ji aliyê hêzên koalîsyonê ve, bi taybetî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ve nehat qebûlkirin. Çima nehat qebûlkirin? Ji ber ku Tirkiye hêzeke ji derve ve tevlî nava Sûriyeyê dibe. Lê hêzên QSD'ê hêzeke Sûriyeyî ye, hêzeke ji hundirê Sûriyeyê ye. Û bi wê re kirin, bi wê re gav avêtin pir girîng e. Ji wê wêdetir jî, bi QSD'ê re çend pêngav hatin kirin û bi rengekî serketî bi encam bûn. Ji ber vê yekê hêzên koalîsyonê hilbijartina xwe li rex hêzên QSD'ê kirin. Li ser vê esasê, nuqteya ku niha gihîştiye; biryara destpêkirina îzolekirina Reqqayê ye. Amadekariyên li ser vê bingehê jî ber bi dawiyê ve diçin. Ji aliyê rêveberiya Bakurê Sûriyeyê ve jî ev biryar hatiye erêkirin. Mirov dikarin bêjin amadekariyên li ser vê esasê temam bûne.

Hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hem li Iraqê, hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Bakurê Sûriyeyê rê li ber nerazîbûneke cidî ya gel vekir. Di vê der barê de hûn dixwazin ji Kurdan û gelên Bakurê Sûriyeyê re çi bêjin?

Stratejiya dewleta Tirkiyeyê fetih e, dagirkerî ye. Li hemberî tevahiya axa Sûriye û Iraqê dest bi pêvajoyeke dagirkeriyê kiriye. Bi vê munasebetê ez dixwazim vê jî bêjim. Erdogan bi devê got, 'Min û Barzanî me li hev kirine em herêmeke tampon li Başûr çêbikin'. Niha em ji vê derê vê pirsê li Barzanî dikin. Em bi rengekî vekirî dipirsin. Gelo te li ser hesabê çi bi Erdogan re peymana çêkirina herêmeke bi ewle daye? Li ser çi hesabê? Hêzên gerîla li Kerkûkê ne, bi bedena xwe li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Tu her roj radibe dibêje 'Bila gerîla ji Şengalê, ji Kerkûkê derkeve'. Gerîla û hêzên YPG'ê li ber çavên tevahiya cîhanê 200 hezar Êzidî ji Şengalê rizgar kirin. Tu her roj derdikeve dibêjî 'Bila gerîla xwe ji Şengalê vekişîne'. Ji salên 1990'î û vir ve tu artêşa Tirkiyeyê parçe parçe tîne dixe nava erdê Başûr. Ji Kanîmasî heta Amediyê, heta Başîka te hêzên Tirkiyeyê aniye û tu niha behsa 'herêmeke bi ewle' dike. Avakirina 'herêma ewle' tê wê wateyê ku tu parçeyek ji axa Başûrê Kurdistanê teslîmî Tirkiyeyê dike. Em dipirsin û pêwîste gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê vê pirsê ji Birêz Mesûd Barzanî bipirse. Divê bersiva vê bide. Yek ev. Ya duduyan; hemû gelên li Bakurê Sûriyeyê dijîn û gelên li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê jî dijîn divê li dijî vê stratejiya Tirkiyeyê ya fetihkirinê, dagirkirinê bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Ji her aliyan ve. Ji aliyê çekdarî, siyasî, çandî, dîplomasî ji her alî ve divê berxwedanek were nîşandan. Lazim e plana Tirkiyeyê ya dagirkeriyê were pûçkirin. Eger em li ber xwe bidin, em ê karibin li herêmên xwe bi aramî bijîn. Di diyarkirina statuya Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê û li Başûrê Kurdistanê jî em ê karibin bibin xwedî gotin. Eger em ji vî alî ve berxwedaneke dîrokî nekin wê Tirkiye bi rastî jî bigihêje hedefa xwe û siyaseta xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Ev yek ji bo aramiya tevahiya herêmê, xeteriyeke pir mezin e. Bi vê munasebetê, mirov ji berxwedana ku nêzî 15 roj in li Şehbayê tê meşandin 2 peyamên bibînin. Yek; divê cîhan tev zanibe ku hêzên me, hêzên şoreşger li dijî her şêwe êrîşan berxwedaneke dîrokî ya bêhempa dimeşînin. Li dijî balafiran, li dijî tank û topan, li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên wê niha xwe diparêzin. Bi rastî jî ev berxwedaneke dîrokî ye, mînaka wê tine ye. Ti hêz nikare li hemberî van êrîşên giran li ber xwe bide. Ya duyemîn; pêwîste ji bo Efrîn, Şehba û Şêx Meqsûd cîhan tev milê xwe hilde û têkeve nava hewldanan. Ji ber ku li wir komkujî tên kirin, qirkirina fîzîkî û çandî tê kirin. Lewma divê cîhan dengê xwe derxîne. Eger neke, em wan berpirsyar dibînin, şirîkê van komkujiyan dibînin. Em di wê baweriyê de ne, li Bakurê Sûriyeyê, aramiya ku çêbibe, statuya bê avakirin ji bo tevahiya Sûriyeyê, ji bo cîranên Sûriyeyê û ji bo hêzên navneteweyî yên li Sûriyeyê ne wê feydeya wê gelekî mezin be. Em di wê baweriyê de ne û ji aliyê siyasî-leşkerî ve em niha li ser xeteke rast in. Û em careke din bêjin, ji bilî berxwedanê ti çareyeke me ya din tine ye.