HPG: 13 leşker hatin kuştin, tankekê jî derb xwar

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 13 leşker hatin kuştin, tankekê jî derb xwar.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  destnîşan kir ku 28’ê Cotmehê saet 06.30’an gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên ku xwe li girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih kiribûn bi hewanan çalakiyek li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

HPG’ê diyar kir ku 28’ê Cotmehê saet 15.30’an gerîlayan li dijî girê Konserve yê li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistine, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “27’ê Cotmehê saet 06.30’an li nêzî gundê Guharê yê li qada Mawa ya girêdayî Sêrtê hêzên me komek leşker kirin hedef û saet 12.30’an ji nêz ve lê dan. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin; helîkopterên bi tîpa Atak jî qad bomberdûman kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku li Mawayê şehîd bûne hat lidarxistin.”

Di berdewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;

“28’ê Cotmehê saet 19.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku mabeyna gundên Îkîzce û Avgamasiya ya Şirnexê kemîn datanîn bi çekên RPG-7 û ferdî çalakî li dar xistin. Li vir mirî û birîndarên dijmin hene, lê hejmar nehat diyarkirin.

Ev hefteyek e qereqolên Osyan û derdor ên li qada Besta ya Şirnexê derdora xwe didin ber obus û hewanan. 27’ê Cotmehê saet 11.30’an hêzên me li dijî qereqola Osyan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi çekên giran ve çeka obusê û cebilxaneya wê hat îmhakirin. Her wiha, tankek jî hat derbkirin. Dîsa, hêzên me konteynirekî li qereqolê jî derb kirin. Li gel vê leşkerekî li qereqolê jî bi sûîqestê hat kuştin.

24’ê Cotmehê saet 09.00’an hêzên me li dijî yekîneyên veşartî yên xwe li eraziya qereqola Bawan a navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bi cih kiribûn, dema derbasî mintiqa Keltepe ya li qada Şehîd Rizgar bûn, çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

25’ê Cotmehê danê êvarî artêşa TC li qada Duzenleme ya girêdayî Dara Hênê operasyonek dabû destpêkirin. 26’ê Cotmehê saet 10.00’an mabeyna hêzên me û leşkeran de şer rû da, di vî şerî de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî şer, helîkopterên Kobra li qadê dan, operasyon jî bi desteka cerdevanan hat berfirehkirin.

25’ê Cotmehê hêzên me li navenda navçeya Dara Hênê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Pisporên bombeyê yên teqemenî ferq kirin, dema hatin ser bombeyê çalakî hat lidarxistin û li vir ji pisporên bombeyê 2 mirin, 1 jî birîndar bû.

27’ê Cotmehê saet 19.00’an artêşa TC li qada Şehîd Baran a navçeya Farqîn a Amedê operasyonek li dar xistin. Operasyon hê jî dewam dike.

22’yê Cotmehê saet 02.30’an artêşa TC li qada Pilûr a Dersîmê operasyonek dabû destpêkirin. Mabeyna hêzên me û leşkeran de şer ji saet 06.00’an heta 16.00’an dewam kiriye. Di vî şerî de 5 leşker hatin kuştin. Dema şer de helîkopterên Kobra bêserûber li qadê dan, sibeha 23’yê Cotmehê operasyon vekişiyaye.”