Serpehatiya Azadiya Welat di sala 1992'an de bi rojnameyên Welatê Me û Welat ên heftane hatin weşandin, dest pê kir. Azadiya Welat ku weke şopdarên van rojnameyan weşan kir, di navbera salên 1996-2006'an de heftane, ji 15'ê Tebaxa 2016'an û pê ve jî rojane weşan kir. Rojname ku bi dirûşma "Roj ji welêt hiltê" dest bi weşanê kir, di mijara hînkirina zimanê Kurdî de mîna dibistanekê bi mîsyoneke girîng rabû.
Tevî girtina rojnameyê, belavkarên wê li nava kolanan hatin kuştin. Herî dawî Midûrê Karê Nivîsan Rohat Aktaş û belavkar Omer Baran li Cizîrê di dema berxwedana xwerêveberiyê de, her wiha belavkar Îlyas Turkan jî li Nisêbînê di dema berxwedanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
Azadiya welat ku yekane rojnameya bi Kurdî ye li Tirkiyeyê weşanê dike, ewqasî deng vedida ku hin kesên li nava AKP'ê di dema serdanên derveyî welat de ev rojname bi xwe re dibirin û nîşanî cîhana derve didan ku bi vê yekê îdîa dikirin 'welatê wan çiqasî demokratîk e'. Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen da xuyakirin, ku rastiya Tirkiyeyê berevajî van îdîayên rayedarên AKP'ê ye û bibîr xist, ku ji sala 1996'an û vir ve tevî hemû zor, zehmetî û girtinan wan weşana xwe dewam kir. Olçen da zanîn, êrîş ne tenê girtina rojnameyê bûn û got, "Xwediyên îmtiyazê yên rojanameyê gelek caran hatin girtin û di asta rekorê de ceza li wan ahtin birîn. Tevî van hemû êrîşan jî me weşana xwe dewam kir. Gelek caran me nav guherand, lê me ti carî paş ve gav navêt. Me xwendevanên xwe bi tenê nehişt. Di nava 10 salên awî de weşana me bi zaravayên Kurmancî û Zazakî dewam kir."
SEDEMA BINGEHÎN XWERANEGIRTINA LI KURDÎ YE
Olçen destnîşan kir, ku sedema esasî ya girtina rojnameyê, xweranegirtina li zimanê Kurdî ye û got, "Sedema duyemîn jî ew e; ku xwestin dengê gelê Kurd bibirin. Ji gelê Kurd re dibêjin 'Em zimanê we nas nakin'. Em ê sibe bi navên cuda rojnameya xwe careke din biweşînin. Ev biryar wê ji bo Azadiya Welat nebe dawî. Em rojnamevanên vî gelî ne. Em ê gelê xwe bê nûçe nehêlin. Yên ev biryar girtine bila zanibin, em ê ji rêya xwe venegerin. Em ji gelê xwe dixwzin xwedî li rojnameyên xwe derkeve."