Elo: Serketina Şehba wê rê li ber Sûriyeya Federal a Demokratîk veke
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo got, armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê, tinekirina Sîstema Federal a Demokratîk e.
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo got, armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê, tinekirina Sîstema Federal a Demokratîk e.
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo got, armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê, tinekirina Sîstema Federal a Demokratîk e.
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo gavên serketî yên Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehbayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxand.
Li ser rewşa heyî ya li herêma Şehbayê Elo da xuyakirin, ku di operasyonên hefteyên dawî yên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê de gelek cihên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û got, "Dewleta Tirk a xwe li vê ranegirt, ji hewayê û bi fuzek, tank û obusan êrîşî çeperên şervanên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê kir. Dewleta Tirk bi vê ve nema û tevî çeteyên kaolîsyona Sûrî ji bejahî ve dest bi êrîşên giran kir."
Elo destnîşan kir, ku ev êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo oparastina çeteyên DAIŞ'ê hatin kirin, di demeke kurt de bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke dîrokî ya şervanên Hêzên Şoreşger de hatin pûçkirin.
Elo da xuyakirin, operasyonên rizgarkirinê yên ji aliyê şervanên Hêzên Şoreşger ve li herêma Şehbayê hatine destpêkirin, niha bi rengekî serketî dewam dikin û got, "Zarokên leheng ên gelê Şehbayê bi can û xwîna xwe, destketiyan diparêzin."
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMA ME PARÇEYEK JI KONSEPTA NAVNETEWEYÎ YE
Li gorî Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo, êrîşên di dema dawî de li dijî Şehbayê û gelên herêmê tên kirin, parçeyek ji konsepteke navneteweyî ye. Elo ev nirxandin kir: "Eşkere bû ku êrîşên bi vî rengî wê bihata kirin. Ji ber ku navenda herî girîng a şerê naxweyî ya Sûryeyê Şehba û Heleb e. Ji ber vê girîngiya xwe, hêzên navneteweyî û herêmî çav berdane vê derê. Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê dixwazin vê herêmê dagir bikin. Û li ser vê bingehê dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ji hewa û bejahî ve êrîşên giran dibin ser herêma Şehbayê."
Elo işaret bi dewlemendiya ser û binê erdê ya herêma Şehbayê kir û got, "Ji ber ku li vê herêmê çavkaniyên dewlemend ên avê hene, her weiha ji aliyê petrol û kanê ve dewlemend e, hemû hêz û yên li ser navê wan şer dikin, ji bo li herêmê serdest bin êrîş dikin. Şehba di heman demê de deriyekî stratejîk û girîng e ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn. Ev der, li ser rêya ber bi Derya Spî ve rawestgehek e. Hêzên navneteweyî û komên çete yên ji bo şoreşa Sûriyeyê ji gelên Sûriyeyê bidizin hatine herêmê, ewilî êrîşî Şehbayê kirin. Û hê jî vê êrîşê didomînin."
TIRKIYE XWEST HERÊMA ŞEHBAYÊ JI BO TESFIYEKIRINA ŞOREŞA ROJAVA BIKE NAVENDEKÊ
Elo anî ziman, ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve dewleta Tirk bi polîtîkayeke Osmanî li herêmê tevdigere û diyar kir, tevî vê yekê, ji bo tinekirina Şoreşa Rojava û bêstatuhiştina Kurdan polîtîka meşand.
Cemal Elo destnîşan kir, ku mîna rejîma Baas di salên 1960'î de kir, dewleta Tirk xwest herêma Şehbayê ji bo tesfiyekirina şoreşa Rojava xwest bike navendekê û ev nirxandin kir: "Bi dagirkirina Şehbayê re dewleta Tirk dixwaze hem şoreşa Rojava tine bike, hem li ser Helebê serdest be, hem jî zemîna Sûriyeyeke demokratîk ji holê rake. Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane ku sîstema demokratîk a pirrengî ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Ermenî, Suryanî û gelên din bi hev re ava kirine, wê demokrasî û azadiyê bîne Sûriyeyê.
Elo diyar kir, dewleta Tirk ji ber vê sedemê dixwaze herêmên Rojava negihêjin hev û got, "Dewlet Tirk bi êrîşan dixwaze vîna gelên Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê bişikîne û teslîm bigire. Dixwaze gelan qir bike, talan bike.
Bi rêya van êrîşan dewleta Tirk dixwaze pêşî li avabûna Sûriyeya demokratîk û sîstema federal a demokratîk bigire. Lewma hejmareke zêde çek û leşkeran ji Cerablûs û Raî diherikîne xeta Ezaz û Mareyê. Qîma xwe bi vê jî nîne, di ser Îdlib-Hatayê çeteyan dixe herêmê. Tirkiye dixwaze demografiya ehrêmê bigiherîne. Dixwaze herêmê ji Kurdan, ji hêzên demokratîk xalî bike û li gorî xwe herêmekê û civakekê bafirîne."
GELÊN ŞEHBAYÊ RIZGARÎ Û AZADIYA XWE DI SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK DE DIBÎNIN
Elo ragihand, gelên Tirkmen, Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî û hemû bawermendên li herêma Şehbayê êdî gihîştine asteke bawerî û zanebûnê; "Û gelên Şehbayê vê rastiyê baş dibînin û dizanin; 'Ji bilî gelên Sûriyeyê kes li berjewendiyên gelên Sûriyeyê nafikire'. Her kes li berjewendiyên xwe difikire û dixwaze vê yekê bi rêya gelên Sûriyeyê bi dest bixin."
Serokê Meclîsa Şehbayê Cemal Elo da xuyakirin, ku gelên Sûriyeyê di nava 6 salan de ji şerê heyî gelekî betilî û wiha dewam kir: "Her kes êdî çareseriyeke demokratîk dixwaze. Dixwaze Sûriye demokratîk bibe. Ji ber vê yekê, di serî de gelên Şehbayê hemû gelên Sûriyeyê rizgarî û azadiya xwe di nava sîstema federal a demokratîk de dibînin."
ŞEHBA VEGUHERIYE NAVENDA ŞERÊ 3. Ê CÎHANÊ
Li ser hêzên niha li Şehbayê şer dikin, Elo ev nirxandin kir: "Mirov dikarin bêjin herêma Şehbayê niha veguheriye navenda şerê sêyemîn ê cîhanê. Li herêma Şehbayê şerekî tevlîhev û giran tê meşandin.
Aliyekî şer Rûsya, Îran û rejîma Baas e, aliyê din DYA, Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye û çeteyên DAIŞ û koalîsyona Sûriyeyê ye. Li hemberî van her du aliyan jî gelên Sûriyeyê yên bindest hene, ku li ser xeteke serbixwe dimeşin. Û hêzên şoreşger ên van gelan hene.
Hemû alî di vir de li gorî berjewendiyên xwe siysetê dimeşînin. Herêma Şehbayê li ser rêya Helebê û deriyê ber bi cîhanê ve ye. Lewma di şerê Sûriyeyê de cihekî diyarker e."
JI BO DEMOKRATÎKBÛNA SÛRIYEYÊ, HERÊMA ŞEHBA CIHEKÎ GIRÎNG E
Cemal Elo diyar kir, herêma Şehbayê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê jî gelekî girîng e û got, "Ji berê ve ev herêm mozaîka gelan e. Li vê herêmê Tirkmen, Ereb, Kurd, Çerkes, Suryanî demeke dirêj bi hev re jiyan. Mînakeke biçûk a Sûriyeyê ye. Herêma Şehbayê xwedî wê tecrûbe, dîrok û pirengiyê ye ku dikare ji avabûna Sûriyeya demokratîk re pêşengiyê bike."
Elo destnîşan kir, ku ew bawer in wê Sûriyeyeke demokratîk a federal ava bibe û li ser vê bingehê ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.