Mohr li deriyê avahiya Azadiya Welat xistin
Avahiya navendî ya rojnameya Azadiya Welat, ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, deriyê wê hat mohrkirin. Rojnameyê mizginî da xwendevanên xwe ku wê di demeke nêz de bigihêje ber destê xwendevanan.
Avahiya navendî ya rojnameya Azadiya Welat, ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, deriyê wê hat mohrkirin. Rojnameyê mizginî da xwendevanên xwe ku wê di demeke nêz de bigihêje ber destê xwendevanan.
Yekane rojnameya bi Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojnameya Azadiya Welat, yek ji organên çapemeniyê ye ku duh ji aliyê rejîma AKP'ê ve bi biryarnameyê hate girtin. Polîsên Tirk tevî ekîbên maliyeyê avêtin ser buroya navendî ya li navçeya Baglar a Amedê. Piştî ku ekîban rapor amade kirin, mohr li deriyê avahiyê xistin.
Xwediyê Îmtiyazê yê Azadiya Welat Razaman Olçen bal kişand ser girîngiya rojnameyê ku bi du zaravayên Kurdî weşan dikir û destnîşan kir, ku AKP bi girtina rojname û ajansan dixwaze polîtîkayên xwe bi her kesî bide qebûlkirin, lê ew ê li ber vê qirêjiyê rabin.
'EM Ê HER TIM XWEDÎ LI MÎRATEYA APÊ MÛSA DERKEVIN'
Olçen anî ziman, ku hewl tê dayîn gel hewcedarî medya alîgirê hikûmetê bikin û got, "Di Azadiya Welat de keda Apê Mûsa heye. Weke şopdarên Apê Mûsa em ê her tim xwedî li mîrateya wî derkevin. Dibe ku îro Azadiya Welat hatibe girtin, lê belê di dema herî nêz de wê careke din bê weşandin. Em vê qebûl nakin. Dewran dibe ku dewrana faşîzan be, lê gotinek heye dibêje, 'dewran siya darê ye'. Ev dewran wê biguhere. Em her tim hebin û rastiyan ji gelê xwe re ragihînin. Em ê weşana xwe, rojnameya xwe çap bikin. Em ê di demeke nêz de bi rojnameyeke nû nûçeyan ji gelê xwe re ragihînin. Çiqasî zehmet jî be em ê rojnameya xwe bigihînin ber destê gelê xwe."
Olçen diyar kir, ji bo weşandina rojnameyeke nû, ew bi xurtî dixebitin û di nava rojek du rojan de wê rojnameyeke nû derxînin.