Kişanak û Anli li edliyeyê ne
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak anîn edliyeyê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak anîn edliyeyê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak, ku di êvara 25'ê Cotmehê de li Amedê hatin binçavkirin, piştî girtina li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, anîn edliyeya Amedê. Li gorî agahiyan, kar û barên li dozgeriyê hê dest pê nekiriye û li benda parêzeran e.
Di lêpirsîna der heqê wan de, ku biryara nepenîtiyê li ser heye, tê gotin Kişanak bi 'rêveberiya rêxistinê' û Anli jî bi 'endametiya rêxistinê' tên sûcdarkirin. Xebatên şaredariyê û axaftinên lic ivînên li avahiya KCD'ê weke delîlên sûc hatin nîşandan.