Aydin: Wê nikaribin pêşî li eşkerekirina rastiyê bigirin

Hevseroka MHD a Wanê Sevda Aydin zext û zordariya li saziyên çapemeniyê nirxand û diyar kir, girtina van saziyên çapemeniyê ne li gorî hukmên mewzûata neteweyî û navneteweyî ne, lewma ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin.

Nerazîbûna li girtina JINHA, DÎHA, Azadiya Welat û bi dehan saziyên çapemeniyê, dewam dike. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Şaxê Wanê Sevda Aydin da xuyakirin, ku girtina saziyên çapemeniya Kurd û azad, li dijî hukmê mewzûata neteweyî û navneteweyî ye.

Aydin diyar kir, biryarnameyên dawî li dijî azadiya çapemeniyê bi taybetî gelê Kurd hatine derxistin û got, "Eşkere ye, dixwazin dengê gelê Kurd bibirin. Lê belê divê were zanîn, ti ji pêkanînên bêhiqûqî wê nikaribin li pêşiya eşkerekirina rastiyan bibe asteng. Weke MHD Şaxê Wanê em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin, li cem saziyên çapemeniyê yên hatine girtin cih digirin û em ê li dijî vê neheqiyê bi rengekî hiqûqî têbikoşin."