BI DÎMEN

Keleha Mêrdînê ji aliyê MÎT û artêşê ve hatiye dagirkirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk nerazîbûn nîşanî dagirkirina keleha Mêrdînê da û got, "Nabe ku MÎT û leşker tevî dijberiya gelê Mêrdînê, kelehê dagir bikin."

Ji sala 1952'an û pê ve, piştî ku Tirkiye bû endamê NATO, yek ji cihên ku baregehên NATO lê hatin avakirin, Mêrdîn e. Baregeha NATO, ku ji sala 1952'an û pê ve li Mêrdînê ava bû, bû yek ji navendên îstîxbarata li Rojhilata Navîn. Ev der hê jî ji aliyê artêşa Tirk û MÎT'ê ve tê bikaranîn.

Li vî bajarê dîrokî, gel bi dehan salan e li ber bikaranîna keleha Mêrdînê weke baregeha NATO û MÎT'ê, radibe. Lê tevî vê nerazîbûnê jî hikûmetên Tirk keleh li gel venekirin û dagirkeriya li vir dewam dike.

Ji ber ku kela ji aliyê MÎT û artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, şêniyên Mêrdînê nikarin milk û erdên xwe yên li dorak kelehê bi kar bînin. Par, Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'yî bi desteka 72 rêxistinên civakî yên sivîl kampanya îmzeyan da destpêkirin û ji hikûmeta AKP'ê xwest, leşkeran û MÎT'ê ji kelehê derxîne.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi salan e hewl dide ev nirxê dîrokî û girîng ê Mêrdînê radestî gel were kirin. Turk xwest, dawî li vê dagirkeriya leşkeran û MÎT'ê ya zêdeyî 60 salan were anîn û destnîşan kir, ku ew ê êdî destûra vê nedin.

'LI GEL GIRTÎ YE, LI MÎT Û LEŞKERIYÊ VEKIRIYE'

Ahmet Turk da xuyakirin, ku keleha Mêrdînê sembola bajêr e û anî ziman, divê keleh li gel û tûrîzmê were vekirin. Turk da zanîn, ev keleh bi qasî 65 salan ji aliyê leşker û MÎT'ê ve hatiye dagirkirin û got, "Li Mêrdînê mirovên emrê wan kêmî 50 salî ne, qet keleha Mêrdînê nedîtine. Kela ev 60 sal in li gel girtî ye, li leşker û MÎT'ê hatiye vekirin."

'DARBEYEK LI TÛRÎZMA MÊRDÎNÊ YE'

Hevşaredar Turk diyar kir, ji ber ku keleh di destê leşkeran û MÎT'ê de ye, derbeke mezin li tûrîzma bajêr hatiye xistin û ragihand, ji ber astengiya li pêşiya hatina tûrîstan, derbeke mein li aboriya bajêr hatiye xistin.

'AKP Û LEŞKER DIBIN ASTENG'

Turk da zanîn, ji bo valakirina keleha Mêrdînê, bi desteka gel û rêxistinên civakî yên sivîl, gelek caran ew ketine nava hewldanan, kampanya îmzeyan meşandine, lê belê ji ber astengliya leşkeriyê, hemû daxwazên wan hatine redkirin. Ahmet Turk diyar kir, desthilatdariya AKP dihêle ku keleh di destê MÎT û leşkeriyê de bimîne û li ber hewldanên wan radibe.

'MIN JI FERMANDARÊ TÛGAYÊ RE GOT, 'HÛN DAGIRKER' IN'

Turk bibîr xist, ku cihên dîrokî li ti devera cîhanê ji aliyê artêşê yan jî îstîxbaratê ve nehatine dagirkirin û anî ziman, artêşa Tirk û desthilatdariya AKP'ê cihekî dîrokî, sembolek dagir kirine.

Turk da zanîn, ku fermandarê tûgaya li Mêrdînê di çalakiyekê de jê re gotiye, "we di daxuyaniyeke xwe de ji me re hûn dagirker in' û wiha dewam kir: "Min jî jê re got, 'Belê hûn dagirker in, we keleh dagir kirin'."

GELÊ MÊRDÎNÊ KELEHÊ DIXWAZE

Turk da xuyakirin, ku gelê Mêrdînê keleha xwe dixwaze û xwest, MÎT û artêş a herêm dagir kirine, ji kelehê derkevin. Turk ragihand, keleh wê ji bo serdana tûrîzmê û gel, ji bo aktîvîteyên civakî were bikaranîn û wiha dewam kir: "Gelê Mêrdînê keleha xwe dixwaze. Nabe ku AKP, artêş, MÎT vê daxwaza gel ji nedîtî ve bên. Lazim e keleh demek ji ya din zûtir bê dewrkirin."