Rêveberên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê hatin girtin

Li Colemêrgê di serdegirtina malan de ji 26 kesên hatin binçavkirin Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besî jî di nav de 4 rêveber hatin girtin.

Li Colemêrgê di 12'ê Cotmehê de polîsan bi ser malan de girtibû. Di serdegirtina malan de 26 kes hatibûn binçavkirin. Ji 26 kesên hatin binçavkirin jê Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Asim Ozcan, Rêveberê DBP'ê Hakan Abî, Hevserokê MEYA-DER'ê yê Colemêrgê yê berê Bedirhan Koç, Serokê Şaxa ÎHD'ê Îsmaîl Akbûlût, Cevahir Kaçar û Selam Ozkan birin midûriyeta polîsan. Ji wir jî sewqî edliyê kirin. Dozger ji 7 kesan Cevahir Kaçar, Îsmaîl Akbûlût û Selam Ozkan berdan. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metîn Besî  jî di nav de 4 rêveber hatin girtin. 

Hevserokê HDP'ê Metîn Besî, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Asim Ozcan, Rêveberê DBP'ê Hakan Abî, Hevserokê berê yê MEYA-DER'a Colemêrgê Bedirhan Koç hatin girtin û şandin girtîgeha Colemêrgê. 

Kesên 17  roj berê hatin binçavkirin jî anîn dadgehê. Rêvebera DBP'ê Enîse Aktaş û Menav Kanat hatin berdan. Hevşaredarê berê Kazim Kurt, Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê Emine Armut û Nûnerê Yapı – Yol'ê Îlhan Akbaş’ jî di navde 5 kes hatibûn girtin. 12 kes jî 18 rojin hê li midûriyeta polîsan tên rawestandin.