TEV-DEM: Pêşî li dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk bigirin

Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û got ku wê çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê bênavber bidomin.

Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya li xaka Rojava-Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.  TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de destnîşankirin ku wê çalakiyên xwe yên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bênavber berdewam bikin û her wiha berxwedaniya gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê silav kirin.

Daxuyanî TEV-DEM’ê bi vî rengî ye:

ʺDi serî de em dagirkirina dewleta Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê û derbaskirina wê ya sînorê Bakurê Sûriyeyê ango seranserî Rojava şermezar û lenet dikin. Çalakiyên sivîlan yên ji bo şermezarkirinê bûn armanca leşkerên Tirk û gel bi bombeyên gazê hatin hedefkirin û gulekirin. Di encamê de 12 kes birîndar bûn, lê tevî wê jî gel li ber xwe da û li ber xwe dide. Wekî TEV-DEM’ê em ê çalakiyên xwe bênavber berdewam bikin.

Weke destpêk em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin û berxwedaniya gelê xwe ya li kantona Efrînê silav dikin. Em bang li gelê xwe û tevahî gelê azadîxwaz dikin ku piştgiriyê bidin hêza parastinê. Bi vê yekê wê pilanên dijmin yên li dijî gelan bişkînin. Em ê wek gelê Efrînê her berxwedaniyê bidin meşandin û ti carî dest ji bostek axa xwe bernedin. Di dawiyê de em tevahî rêxistin û hêzên cîhanê yên mafên mirovan rexne dikin. Ji ber ku bêdengiya wan ev kiryarên dewleta Tirk rewa dike û banga me ji bo tevahî hêzên azadîxwaz ew e ku bi rola xwe rabin û pêşî li dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk bigirin.ʺ