Li Şehbayê 4 gund û 3 gundik hatin rizgarkirin

Hêzên Şoreşger, li Herêma Şehbayê 4 gund û 3 gundikên din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Şervanên Hêzên Şoreşger gundên El-Wehşiey û gundikê wê, Mezreya Fafîn, Nuqteya kargeha Çimento ya li nêzî gundikê Fafîn, Gundê Kefer Qaris, Gundê Til Sûsîn, gundikê Til Sûsîn, gundê El-Meslemiye û Nuqteya statyona Tirênê ji komên çeteyên yên DAIŞ’ê, rizgar kirin.

Hat ragihandin ku li statyoma gundê Til Qerah di navbera hêzên şoreşger û çeteyên DAIŞ’ê, şerkî pir dijwar rû dide.