Polîsan avêtin ser avahiya Azadiya Welat

Polîs û ekîbên maliyeyê yên Tirk avêtin ser avahiya rojnameya Azadiya Welat a li Amedê.

Yek ji saziyên çapemeniyê ku bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnî hat girtin, yekane rojnameya Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Azadiya Welat e. Polîsên Tirk tevî ekîbên xwe yên maliyeyê avêtin ser buroya navendî ya rojnameyê ya li taxa Selahattîn Eyyûbî. Ekîbên maliyeyê li hundir raporê amade dikin û xebatkarên rojnameyê tevî parêzeran li hundir in.

Tê gotin piştî lêgerînê wê mohrê li deriyê buroyê bixin.