Li Rihayê 128 endamên KESK'ê ji kar hatin avêtin

AKP'ê şevê din di bin navê Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî de 120 kedkarên tenduristiyê û 8 kedkarên perwerdeyê yên endamên KESK'ê ji kar avêt.

AKP'ê şevê din di bin navê Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî de 120 kedkarên tenduristiyê û 8 kedkarên perwerdeyê yên endamên KESK'ê ji kar avêt. 

Kedkarên Egîtîm Sen û SES'ê, bêyî ku ti lêpirsîn were kirin ji kar hatin avêtin.

Li aliyê din 8 endamên Egîtîm-Senê berî niha jî bi 464 hevalên xwe re ji kar hatibûn girtin şevê din ji kar hatin avêtin.