Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî duh bi şev li gundên Kaport, Menkawa, Pirzala, Serindere, Tiloran û Dêlezê û taxên girêdayî van gundan Kuçe, Pagê, Koycuk, Yekmala Jorîn, Yekmala Jêrîn, Darê, Xurekana Jorîn, Tilorana Jorîn ve Guveçê derketina derve hat qedexekirin serdegirtina malan dest pê kir. Gelek leşker serê sibê li taxên Darê û Kuçeya li ser rêya Gever-Şemzînanê dimîne di ser gelek malan de girtin û nasname kontrol kirin. Leşkerên welatiyan derxistin derve di malan de jî lêgerîn pêk anîn.
Li gel serdegirtina malan ketin û derketina gundan jî hatiye qedexekirin û li bejahiya gundên qedexekirî sewqiyata leşkerî pêk tê. Li herêma gundan tevgera Heronan pêk tê û hat zanîn ku gelek leşker jî bi helîkopteran hatine ser girên bilind.