Kişanak û Anli wê sewqî edliyeyê bên kirin

Çav li rê ye, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak danê nîvro sewqî edliyeyê werin kirin.

Duh destûr ji parêzeran re hatibû dayîn ku Kişanak û Anli bibînin. Kar û barên girtina wan li Midûriyeta Emniyete ya Bajarê Amedê îro qediya. Çav li rê ye Anli û Kişanak îro danê nîvro sewqî edliyeyê werin kirin.

Di lêpirsîna der heqê wan de, ku biryara nepenîtiyê li ser heye, tê gotin Kişanak bi 'rêveberiya rêxistinê' û Anli jî bi 'endametiya rêxistinê' tên sûcdarkirin. Xebatên şaredariyê û axaftinên lic ivînên li avahiya KCD'ê weke delîlên sûc hatin nîşandan.