Faşîzma AKP-Erdogan wê Tirkan jî bişewitîne
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, zext û zordariya faşîzma AKP'ê ji aliyê partî û pisporên siyasetê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatin şermezarkirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, zext û zordariya faşîzma AKP'ê ji aliyê partî û pisporên siyasetê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatin şermezarkirin.
Pêkanînên Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ketin rojeva welêt, zexta li siyaseta Kurd û operasyonên desteserkirina destketiyên gel, ji aliyê pisproê siyaseta navneteweyî yê ji Başûrê Kurdistanê Abdullah Xelîfa û Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Kerkûkî ve ji ANF'ê re hatin nirxandin.
Xelîfa da xuyakirin, ku ya AKP/Erdogan dike, di sedsala 15-16'an de jî nehatiye kirin û got, "Mîna ku em di sala 1920'î de dijîn. Demokrasî û mafên mirovan hatine betalkirin. Li Tirkiyeya sedsala 21'an, dîtina pêkanînên bi vî rengî nîşan dide ku li wî welatî tiştekî bi navê demokrasî û mafên mirovan nemaye. Ya ku AKP/Erdogan dike ji bilî nebaşiyê tiştekî nade Tirkiyeyê. Wê serê wan jî bişewitîne."
Xelîfa diyar kir, lazim e gelên Kurd û Tirk bi hev re li dijî van pêkanînan tevbigerin û got, "Kurdan bi salan berdêlên gelekî giran di nava têkoşînê de dane. Hevşaredarên hatine girtin jî, bi salan ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têkoşiyan e. Ez ji vê derê caerke din berxwedana wan pîroz dikim. Lazim e gelê Kurd xwedî li şaredarî û hevşaredarên xwe derkeve, ku ew destketiyên têkoşîna gelê Kurd in. Divê dengê xwe li tevahiya cîhanê bidin bihîstin û mijarê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Faşîzma AKP/Erdogan ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de gefek li ser gelê Tirkiyeyê ye."
KERKÛKÎ: TOLA 7'Ê HEZÎRANÊ TÊ HILANÎN
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Kerkûkî destnîşan kir, ku Erdogan dixwaze çar parçeyên Kurdistanê dagir bike û got, "Bi binçavkirina hevşaredaran û girtina hin ji wan re, faşîzma AKP/Erdogan talankirina ku bi hilbijartinê nekarîbû bike, bi vî awayî dike. Ev jî siyaseta hilanîna tola 7'ê Hezîranê ye."
Newzad Kerkûkî diyar kir, Erdogan li çar parçeyên Kurdistanê têk çûye û wiha dewam kir: "Siyaseta faşîzma AKP/Erdogan a li dijî gelên Kurdistanê ya li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat têk çûye. Lewma bi vî rengî êrîş dike. Êrîşî siyasetmedaran dike, hevşaredaran digire, êrîşî kantonên Rojava dike, li Başûrê Kurdistanê ya dixwaze dike û têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla bi êrîşan dide nixumandin."
Kerkûkî da xuyakirin, ku Erdogan bi xeyalê Osmanî siyasetê dimeşîne û got, "Armanca yekane ya Erdogan ew e, ku mîna dema Lozanê di vê serdemê de jî Kurdan bêstatu bihêle û tine bike. Lazim e gelê Kurd li dijî van pêkanînan bi hev re tevbigere û faşîzma AKP/Erdogan pûç bike."