Gelê Amedê diherike ber şaredariya xwe

Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, bi sedan kes herikîn ber şaredariya bajarê mezin.

Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçiya li ser şaredariyê, bi sedan kes herikîn ber şaredariya bajarê mezin. Hejmara welatiyên li kolana Lîseyê li hev civiyan e her zêde dibe. Her du aliyên kolanê bi TOMA'yan hatine girtin.

Tevî hemû astengî û gefên polîsan jî bi sedan kes dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Şaredarî ya gel e, wê her tim ya gel be", "Zext nikarin bi me" diqîrin.

Tê payîn Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamûran Yuksek û Sebahat Tûncel û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bên qada çalakiyê.