'PKK'ê ruhê min azad kir'
Dr. Rojwan Welat ê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû got, "Piştî perwerdeya ji 4 mehan, min îdeolojiya PKK'ê baştir nas kir."
Dr. Rojwan Welat ê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû got, "Piştî perwerdeya ji 4 mehan, min îdeolojiya PKK'ê baştir nas kir."
Dr. Rojwan Welat di sala 1969'an de li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Welat ku di sala 2014'an de tevlî nava PKK'ê bû, ji ANF'ê re qala jiyana xwe ya bi vê tevlîbûnê re guherî kir.
Dr. Rojwan Welat ê zewicî û bavê 2 zarokan, di sla 1989'an de PKK nas kir. Dr. Welat da xuyakirin, ku sedema bingehîn a tevlîbûna wî, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Destnîşan kir, ku fîlmê Bêrîtan ê ku ji aliyê rojnamevan Halîl Dag ve li çiyayên Kurdistanê hat kişandin, bandor li wî kiriye û van sedema rê li ber tevlîbûna wî vekirine.
'LÊGERÎN Û LÊPIRSÎNA MIN, JIYANA MIN GUHERANDIN'
Dr. Welat rewşa ku di şexsê wî de rê li ber lêpirsînê vekir, bi vî rengî vegot: "Dema Rêbertî di sala 1999'an de bi komploya navneteweyî hat girtin, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyan de 35 welatparêz şehîd bûn. Vê rewşê gelekî bandor li min kiribû. Jiyana min a ji vê bûyerê û pê ve, êdî bi lêpirsînê derbas dibû. Ji ber ku min pirtûkên Rêbertî dixwend, 6 mehan di girtîgehê de mam. Di vê demê de min baştir Rêbertî nas kir. Derfetên min çêbû ku bêhtir li ser kûr bibim. Û min biryar da ku jiyana min a ji niha û pê ve bi çi rengî be. Bêguman biryara min li ser jiyana PKK'ê bû. Wekî din, min li fîlmê Bêrîtan temaşe kiribû. Berxwedana gerîlayên jin ên li nava PKK'ê yek wan sedeman bû ku berê min da nava refên têkoşînê."
'EZ BI MIROVAHIYÊ HESIYAM'
Welat da zanîn, ku di nava PKK'ê de wî hestên cuda nas kiriye û li cewhera xwe ya manewî vegeriya ye: "Piştî ku ji girtîgehê derketim, min xwendina xwe ya pirtûkên Rêbertî dewam dikir. Lê belê hingî tevlî nebûbûm. Min doktorî dikir. Demeke dirêj bi vî rengî dewam kir. Heta serdema Kobanê. Wê demê ez çûm Ewropayê. Di dema şerê Kobanê de wijdanê min ne rehet bû. Mîna ku min xiyanet li welatê xwe kiriye, ez dêşiyam. Min ew jiyan ne eciband. Di sala 2014'an de derbasî Kobanê bûm. Piştî ku şerê Kobanê qediya min xwest têkoşîna xwe li çiyê bidomînim. Ya rast ez hingî pê hesiyam ku ruhê min azad bûye. Min jiyaneke cuda li wir dît. Bi mirovatiyê, manewiyata hevrêtiyê hesiyam. Min fêhm kir ku kes li vê derê ji bo berjewendiyên xwe najî. Piştî perwerdeya ji 4 mehan a li vir, min îdeolojiya PKK'ê baştir nas kir. Di nava jiyana PKK'ê de fedakarî û hevrêtî nirxên gelekî girîng ên manewî ne."
'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE...'
Welat, ku berî tevlî bibe doktorek bû, piştî ku derbasî qada çiyê ya gerîla bû, alîkarî da tenduristiya gerîla û niha perwerdeyê dide. Welat, bi qasî salekê perwerdeya tenduristiyê da. Hestên xwe yên demê bi gotina "Ji bo min pêvajoyeke gelekî girîng bû" vedibêje.
Welat dibêje, "Her roj ez tecrûbeyeke cuda ji vê jiyanê digirim. Ji ber ku ez beriya niha, ji er ku di emrê ciwantiyê de nehatime, gelekî poşmanim. Niha şerekî giran diqewime. Di vê demê de nêrîna îdeolojîk tenê têrê nake. Girîng e şerê fîzîkî jî bê xurtkirin. Ji ber ku dijmin înkar û tinekirinê li ser gelê Kurd ferz dike. Lazim e mirov sînge sîng li dijî vî dijminî şer bikin. Ez jî li qada şer hem tevlî şer dibim hem jî tedawiya gerîlayên birîndar dikim." Dr. Welat da xuyakirin, ku ji niha û pê ve jî ew ê bi hemû hêza xwe tevlî jiyana gerîla bibe û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşe."